Xwepêsandana li pêsberê parlemana Fransê

W. LICÎ/Paris
Vê dawîyê, serokê Hukumeta Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li Kurdên li derveyê welatî kiribû ji bo xwepêsandan û xebatên dîplomasîyê bikin.
Înîsîyatîfa Kurdên li Fransê (IKF) jî, bi lezgînî, roja 25ê cotmeha 2017an, di seet 14an da, ji bo balêkisandina li ser rewsa basûrê Kurdistanê, kombûnek li pêsberê parlemana Fransê çêkir. Girseyeka mezin bi taybetî Kurdên basûrî tevlî kombûnê bûn û dirûsmên sermezarkirina îran û îraqê qêrîyan. Endamên HAK-PARê jî di amadekirina vê kombûnê da bi çalakî xebat kirin.
sandek Li ser navê IKFê name-dosyayek bir da serokê Parlemanê ku tê da agahî hatibûn nivîsîn li ser hêrisên dewletên îran û îraqê bi ser bajar û bajarokên Kurdistanê Kirkûk, Xurmatû, Xaneqînê da. Rawestandina hêrisên dewletên îran û îraqê jî di nameyê da ji dewleta Fransê hat daxwazkirin.
Pistî xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîb, peyama Kurdên li Fransê bi zimanên Fransî û Kurdî hat xwendin.
Daxwîyanîya ku li ser navê IKFê, ji alîyê Serdar Amedî va hat xwendin, ev e li jêrê ye :
Dost û brayên hêja,
Hevalino,
Ez li ser navê Inîsîyatîfa Kurdên li Fransê, ji dil û can spasîya we dikim ji bo dilsozî û pistgirîya we. Hûn hemî bi xêr hatine vê kombûna pistevanîya basûrê Kurdistanê.
Em îro, li pês parlamena Fransê civîyane da ku deng û hawara Kurdistanîyan bigîjînin raya gistîya vî welatî û meclîsa wî. Ji bo vê jî, sandek bi dosyayên agahî, dê pêwendî deynin bi parlamenterên fransî ra.
Hevalino, dostino
Wek hûn jî dizanin miletê, Kurd li basûrê welatê me, berî mehekê, roja 25ê îlonê, bi serkeftineka mezin, bi 93 li ser 100ê got belê ji serxwebûnê ra, di referandumê da. Bi awayekî demokratîk, çarenûsa xwe ji Iraq û hemî cîhanê ra dîyar kir.
Lê pistî vê dengdana demokratîk, dewletaa Iraqê ku niha êdî bûye wek eyaleteka Îranê, bi alîkarîya dewleta Tirk hemî zext û fisaran li ser hukumeta Kurdistanê kir.
16ê cotmehê jî, bi nokerî û xizinîya hin alîyan, bajar û bajarokên wek Kirkûk, Xurmatû, Xaneqîn dagîr kirin. Bi sedan hezaran Kurd û nîstecîyên van herêman ji bajarên xwe hatin dûrxistin. Bi sedan hatin kustin. Bi awakî sîstematîk xanî û malên wan tên bombekirin û sewitandin. Dewletên Iraq û Iranê bi barbarên Hesdî se’bî, bi çek û tankên zirîpos ên Amerîkayê, ji gelek deveran hêrisî Kurdistanê dikin û ev rews hê jî berdewam e.
Pêsmergeyên leheng, bi xwebexsî ber xwe didin û xisarên gelekî mezin li dujminan didin.
Lê divê em ji bîr nekin, Kurdistan dorpêçkirî ye. Nabe ev rews heta hetayê bidome.
Li ser banga serokê hêja Mesûd Barzanî, ji bo balêkisandin û hisyarkirina raya gistî ya Ewropa û Amerîkayê li ser vê rewsa dijwar, li gelek welatan, xwepêsandanên pistgirîyê dibin.
Em Kurdên li Fransê jî, bi dengekî bilind û bi dilsozî dibêjin : Em bi we ra ne, em bi we serberz û serbilind in. Em pir sanaz in bi berxwedana pêsmergeyên qareman.
Welatparêzno, heval û hogirên hêja,
Kurdên li derveyî welatî, em divê bê rawestan, bi xwepêsandan, xebatên lobî û dîplomasîyê , pistevanîya Kurdistanê bikin. Roj roja xîretê ye, roj roja pistgirîya Kurdistanê ye !
Careka din, em spasîya we dikin ji bo besdarbûna we ya di vê kombûnê da.
Silav û rêz li serokê hêja Mesûd Barzanî !
Silav li pêsmergêyên qareman !
Silav li berxwedana basûrê Kurdistanê !
Bijî serxwebûn !
Bijî Kurdistan !
Inîsîyatîfa Kurdên li Fransê
25.10.2017
Dengê Kurdistan