Nûçe

Komîteya Pistgirîya HAK-PARê li Swêd komcivîna xwe çêkir

Komîteya Pistgirîya HAK-PARê li Swêd di roja yeksemê 7.Sibat.20016 de komcivîna xwe çêkir.

Civînê bi rawestina bi deqîqeyekê ji bo rêzgirtina sehîdan dest pê kir. Pistre dîwanek hat hilbijartin û rojeva civînê hat tesbîtkirin. Di destpêkê de li ser rewsa siyasî ya welat bi gistî û ya HAK-PARê bi taybetî hat qisekirin. Herweha li ser têkilîyên komîteyên pistgirîya HAK-PARê li dervayî welat agahdarî hat dayîn. Gelek ji besdaran him raya xwe gotin û him jî derbarî kar û xebatên HAK-PARê de pirs kirin. Berpirsê komîteyê ê berê Haluk Öztürk pirsên besdaran bersivand û dîtin û daxwazên wan wek rapor nivîsand.

Li ser erkên komîteyê û xebata pistgirîyê li Swêdê, gelek fikir û pêsnîyazên cuda pêsda hatin. Bi vî awayî çarçoveyeke xebatê wek bername hat tespîtkirin.

Ji bo rêvebirina karê komîteyê pênc kes hatin hilbijartin:

Seydxan Imrak, Arife Güven, Haluk Öztürk, Hulusî Eken, Ihsan Çaliskan.

Pistî hilbijartina komîteya rêvebir di xala pêsniyaz û birayaran da komcivînê bi yekdengî biryar da ku pistgirîya xwe nîsan dide ji helwesta Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ya derbarî referanduma Serxwebûnê de.

Dengê Kurdistan

Back to top button