Nûçe

KOMJIN:Silav ji 8ê Adarê ra!

Cîhana jinan bi silavan xêrhatin li 8ê Adarek din dike. Lê ev silav her weha li dijî zulm û tedaya li ser jinan, li dijî neheqiyên di nav civatê û di mal da, silaveke dilsikestî, lê bi rik e.

Qeyrana aborî ya salên dawî, ku tesîra xwe di sala 2012´an da bi tundî li ser dinyayê wê nîsan bide, zêdetir tesîra xwe li ser kedkaran û bi taybetî jî li ser jinan nîsan dide û wê bide jî. Çavsoriyên bê sînor yên monopolên kapitalist, qeyranên aboriyê bi xwe re tine. Bê guman bedela van qeyranan dîsa kedkar û jin diksînin. Ji kar avêtin, pirbûna bê kar û betalan, berbijêrbûna sînora xizaniyê, di dinyaya îroyîn ya nûjen de pêkhatina mirinên ji birçîbûn û xizaniyê, bê guman dîsa zêdetir dilê jinan, dilê ‘dayikan’ disewitîne. Qeyran berî her tistî tesîra xwe li ser pîseyên (meslegên) jinan nîsan dide. Ji ber ku efendiyên kapitalist, beriya her tistî pîseyên ku jin zêdetir lê dixebitin hedef digrin. Jinên ku ji kar tên derxistin, di ser da jî mecbûr dibin pirsgirêkên mêrên xwe yên ku ji kar hatine avêtin hilgirin û ev rastî wek qeder dibe bar li ser mile jinan.

Li çar aliyên cîhanê serên neheq, dayikan di nav ês û azaran da dixeniqîne. Kurdistan ji sedema serê qirêj keç û lawên xwe binax dike û dayik, xwisk û hevjîn, ji bo jiyaneke azad, ês û azara hezar salan hildigrin. Li hin welatên Ereb rejîm diguherin, lê li Iraqê, Afganîstanê, piraniya welatên Navendî û Basûrê Afrîqayê jin, ji bo serên herêmî qurbanan tînin dinyayê.

Lê di nav vê germolê de jî jin, li dijî tedayên ku sedema jinbûne li ser wan tê kirin, li dijî newekheviyê, li dijî kêmdîtinê, li dijî biçûkxistinê, her ber xwe didin. Li seranserê dinyayê jin, ji bo jiyaneke ‘wekhev’, bi hemcinsên we ra, mil bi mil kar û xebatên xwe didomînin. Li hember hemû astengiyan, hismendiya jinbûnê di nav jiyanê de zêdetir dikin. Ji ber ku têkosîn, bi haydarbûna xwebûna xwe despê dike…

KOMJIN, bi vê hismendiyê, bi salan e di nav kar û xebata jinan da cihê xwe girt. Li dijî hemû astengiyan, ‘bayên hember’ riya xwe wenda nekir, bi têkosîneke bi biryar û rikdar, bi rêxistinên din yên jinan ra hevkar, ji bo jinên Kurd bû navendeke ewlekar û pisgir. Bila tu car sik tune be, ji vir sûnda jî, bi vê hismendiyê kar û xebatên xwe wê her bidomîne.

Û 8ê Adarê him ji bo jinên cîhanê û him jî ji bo jinên Kurd, di kar û xebatên me da wê bibe sembol û ronahî û wek roja pisgirî û serketinê cihê xwe her dem wê biparêze…

– Bijî 8ê Adarê!

– Bijî pisgiriya jinan!

– Bijî asitî û wekhevî!

– Bijî tekosîna azadîxwaz ya jinên Kurd!

– Bijî KOMJIN!

Dengê Kurdistan

Back to top button