KOMKAR-eu: Di 8´ê Adarê de, bo jinên Kurd jiyanek azad û wekhev

Di 8´ê Adarê, roja sembola azadî û wekheviya jinan de, 8´ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz be. Ji wan re jiyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.
Pirsa jinan wek sîdet, tacîz û cudayetiya cinsî, pirseke civakî ye. Di serdema îro de, diviya di rewsa jinan de, di warê demokratî û wekheviyê de pêskeftinên ber bi çav pêk hatiba.
Her çend di nav civata Kurd de sîdeta li dijî jinan, li gor berê kêm bûbe jî, lê hîn jî tund û tûjî li dijî jinan di nav civata Kurd de berdewam e û jin neheqiyek mezin dibînin. Hîn jî keç bê dilê xwe û bê îrada xwe mêr dikin. Hîn jî sîdetek mezin li dijî jinan tê bikaranîn, hîn jî keç bi hinceta ‘namûs û serefê’ ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên kustin. Hîn jî gelek keçên Kurd mafên xwe yên tercîhê bo jiyana xwe tune ye. Hîn jî jin têra xwe di civatê de cîh negirtiye.
Zulm û tedaya li ser jinên Kurd, bi her awayî ducar û sêcar e. Jinên Kurd ne tenê ji ber jinbûna xwe, her wisa ji bo nasnama xwe ya netewî jî zulmê dibînin. Di serê ku li dijî gelê Kurd tê kirin de, tedaya herî mezin jin dibîne. Ji ber ku hevjîna soresgeran e, dayikên soresgeran e, dayikên sehîdan e, derd, ês û eziyeta ku ew diksînin kes naksîne.
Jin, bi hemû ês û azarên xwe, bi xem û xeyalên xwe, bi dayikbûn, bi jinbûn, bi keç û xwîskbûna xwe, bi bedenên xwe yên nazik û lawaz, lê bi dilên xwe yên mezin, bi îradeyên xwe yên xurt, dixwazin jiyanek bê sîdet û azad bijîn.
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu, tund û tûjiya li hember jinan mehkûm dike û ji bo jiyanek demokratîk, azad û wekhev têdikose. Bi munasebeta 8´ê Adarê, ji hemû jinên cîhanê ra û bi taybetî jî, ji jinên Kurd ra, jiyanek azad û bextewar dixwaze.
08.03.2012
KOMKAR.eu
Dengê Kurdistan