Nûçe

KOMKAR Almanya: Bi wefeta Av. Ali Çetinkaya gelê Kurd ewladekî têgihisti û zana wendakir

Ji bo Serokatiya HAK-PARê,

Hevalên hêja,

Me bi xemgînî bihîst ku endemê we yê kedkar, tekoserê Riya Azadî Av. Ali Çetinkaya ji ber nexwesiyê koça dawî kiriye.

Em bas dizanin ku Av. Ali Çetikaya ji ciwaniya xwe heya îro ji bo doza Kurd û Kurdistanê kar û xebatên hêja kiriye.

Ev bi salan di zindana Amedê (Diyarbekir) da maye û di zindanê da jî bi serbilindi û merxasî ber xwe daye û serî li hember dijminên gele Kurd xwar ne kiriye.

Bi wefeta Av. Ali Çetinkaya gelê Kurd ewladekî têgihisti û zana wendakir.

Ez li ser navê hemû endam û alîgirên KOMKARê, ji hemû endam û alîgiren HAK-PARê û ji malbata Av. Ali Çetinkaya ra sersaxi dixwazim.

Ruhê wî sad û cihe wi buhist be.

Li ser navê Desteya Rêvebiriya KOMKARê
Bekir Topgider

Dengê Kurdistan

Back to top button