KOMKAR-DK penaberên kurd di girêva birçîbûnê de zîyaret kir

Ji bilî KOMKAR’ê heta niha gelek komel û rêxistinên kurdan pênaberên kurd zîyaret kirine, ew destek kirine û pistgirîya xwe ji bo daxwazên wan dîyar kirine.
Grubek ji 18 pênaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê ev 3 heftene ku ji bo protestokirina rewsa li kampan û newergirtina mafê runistinê li Danîmarqa ketine girêva birçîbûnê. Li gel ku rayedarên Danîmarqa tevlîhevîya li Sûrîyê û li Rojavayê Kurdistanê jî bas dizanin, lê dîsan jî bi salan pênaberên kurd li kampan radiwestînê û mafê pênaberîyê nadê wan. Nedikarê ji ber rewsa li Sûrîyê wan bi pas de bisînê û ne jî mafê runistinê didê wan. Ji ber wê yekê jî rewsa pênaberan bi gistî ne base û ew jî nizanin wê ev yeka heta bi ku berdewam bikê.
Heta niha li gelek kampên din jî çalakîyên girêva birçîbûnê di nav pênaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kirîye. Hêjayî gotinê ye ku di nav wan de pênabereke kurda Bakur û pênaberek jî ji Rojhilatê Kurdistanê heye.
Li seranserê Danîmark heta niha derdora 50 pênaberên kurd dest bi protestokirina girêva birçîbûnê kirine. Gelek ji wan heta niha 2-3 salan li kampan mayine bêyî ku bersivekê werbigirin û gelekan jê jî reda runistinê wergirtine. Ev yeka di medyayê jî de gelek deng veda û heta niha jî tu bersivên erênî ji bal hukumetê ve nehatine.
KOMKAR-DK berîya çend rojan belavokek bi zimanê danîmarqî belav kir û tê de li ser rewsa kurdên Rojavayê Kurdistanê û rewsa pênaberîya kurdan rawestiha û pistgirîya xwe ji bo pênaberan dan nîsan dan û bangî raya gistî û hikumetê kir ku li pênaberên kurd xwedî derkevin û daxwazên wan li ber çav bigrin.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
26.05.2012
Dengê Kurdistan


