M. Emîn Bozarslan li ser ‘ FERHENGA KURDÎ’ semîner da

M. Emîn Bozarslan roja 26ê gulanê li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê derbarî berhema xwe ya nû ‘ FERHENGA KURDÎ’ semînerek da. Wek tê zanîn demekê berî nuha ferhenga Bozarslan «Ferhenga Kurdî» ji alîyê Wesanxana DENGê li Îstenbolê hatibû çapkirin, eleqeyeke mezin dibîne.
Nivîskar li ser sêwe û rêbazên amadekirina ferhengekê bi gistî û berhema xwe bi taybetî agadarî pêskês kirin. M. E. Bozarslan diyar kir ku çavkaniya wî ya sereke ya hilbijartina peyvan û awayê bilêvkirin û nivîsandina wan li gor berhemên klasîk û zargotina kurdî ne, ango; stiran, dastan, çîvanok, çîrok, gotinên pêsiyan û hwd.
Gelek kurdên Swêdê di vê semînerê de amadebûn û eleqeyeka mezin nîsan dan. Pistî M. E. Bozarslan axiftina xwe temam kir, guhdaran li ser ferhengê û pirsên li ser peyv, peyvsazî û etîmolojîya peyvan pirsiyar dan nivîskar. Bozarslan li ser wan pirsan zanîn û raya xwe bi guhdaran ve parvekir. Di civînê de guhdaran, hemû nusxeyên ferhenga wî ku li wir berdest bûn, yekser kirrîn û bi nivîskar dan îmzekirin. Mamosta Bozarslan bi wê eleqeya ku guhdar û xwendevanên wî nîsan dan, gelek kêfxwes bû.
Dengê Kurdistan
Dengê Kurdistan


