Nûçe

Konferansa Kurdên Suriye yê Derveyê Welat destpêkir

Îro li Hewlêrê, bi besdariya zêdetir 200 kesên siyasetmedar, akademîsyen û ciwanên Kurdên Suriyê yê derveyê welat, Konferansa Kurdên Suriyê yê Derveyê Welat destpêkir. Konferans dê du roj dom bike.

Dengê Azad/Hewlêr

Konferansa ku bi armanca xebat û çalakiyên Kurdên Suriyê yê derveyê welat bê aktîf kirin û biryarên girîng ya li ser rewsa Kurdên Suriyê bêne girtin, îro paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê destpêkir.

Konferansa ku ji aliyê Encumena Nistîmanî ya Kurdên Suriyeyê ve hatibû amadekirin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî, Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ahmed Salih, gelek wezîrên Hikumeta Herêma Kurdistanê, serkirdeyên partiyên Basûrê Kurdistanê û 200 kesî zêdetir ji endam û serkirdeyên partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û akademîsyenan besdar bûn.

Di konferansê de peyamên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî hate xwendin ku ji aliyê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR, Partiya Asitî û Demokrasiyê-BDPê û Gruba Dîcle-Firat ya Diyalogê ve hatibûn sandin.

Konferans bi rêzgirtin yadî sehîdên Kurdistanê û xwendina sirûda netewî Ey Reqîb destpêkir. Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê endamê Encumena Siyasî ya Kurdên Suriyeyê Mihemed Birîmo ve hate kirin. Birîmo di axaftina xwe de bi navê komîta amadekar xêrhatinê bo mêvanan kir û diyar kir ku rejîma Beas ya Suriyê ber bi rûxandinê diçe û ev roj ji bo Kurdan derfeteke mezin e.

Pistî Mihemed Birîmo, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axaftinek kir. Barzanî de axaftina xwe de balkisand li ser rewsa Kurdên Suriyê ku niha derfeteke guherandinê li Suriyê destpêkiriye û weha got; ‘Her karên ku bêne kirin û li Suriyê rewsa mafên Kurd bastir be ji bo me girîng e. Em naxwazin bi tu awayî tedaxûlê kar û xebata we bikin. Tenê dixwazin alîkariya we bikin, emê pistgiriya li her biryarê we bikin ku bi merceke tûndûtijî têde nebe. Divê we xwe ji bona her rewsê bas û xirab amadebikin. Em ji we dixwazin wekî endamê partiyek tevger nekin, wekî endamê neteweyek tevbigerin. Heta ku rewsa siyasî ya Suriyê zelal bibe, divê ji hîzbayetiyê dûr bisekinin, wekî welatperwerek tevbigerin. Em hêvîdar in hûnê biserkevin. Di bernama me ya îsal de civandina Kongreya Netewî heye. Armanca me di vê kongreyê de ragihandina daxwazên Kurdan bo bîrûrayê cihanê ye. Serdema înkarkirina hebûna Kurd êdî derbas bûye, ligel vê serdema xebata çekdarî jî derbas bû. Em bawer in ku bi vê kongreyê ve em carekî din ji bo cihanê re rabigihînin ku gelê Kurd gelekî asitîxwaz e û dixwaze bi rêka asitiyê mafên xwe bidestbixe.’

Pistî van axaftinan, rojnamevan û dezgehên medyayê ji salonê derketin ku konferans ji bo ragihandinê girtî bû.

Serokê Sanda Encumena Kurdên Suriyê yê li Qahirê Mamoste Ebdul Hemîd Derwês, Endamê Encumena Kurdên Suriyê Mistefa Îbrahîm, Nunerê Encumena Kurdên Suriyê yê Herêma Kurdistanê Elî Semdîn û Sînemxan Bedirxan jî li ser armanca lidarxistina vê konferansê nêrînên xwe bi malpera Dengê Azad re ragihandin.

Mamoste Ebdul Hemîd Derwês got ku; ‘Armanca vê konferansê ev e ku Kurd xwe bide serhev, bitaybetî Kurdên Suriyê yên ku li Ewrûpa ye. Ne tenê Kurdên Suriyê divê hemû Kurd yên hemû parçeyên Kurdistanê xwe bide serhev û alîkariyê me bike daku Kurdên Suriyê li Suriyê bigihên heqê xwe.’

Endamê Encumena Kurdên Suriyê Mistefa Îbrahîm armanca konferansê wekî pistgirîkirinê li Encumena Nistîmanî Kurd li Suriyê binav kir û weha got; ‘Di konferansê de rola Kurd di proseya guhartinan de wê çibe bê minaqesekirin. Bi baweriya min divê gotara Serok Barzanî bibe bingeha konferansê.’

Nunerê Encumena Kurdên Suriyê yê Herêma Kurdistanê Elî Semdîn jî diyar kir ku bêtirî 25 welatên cihanê ji 200 kesên zêdetir besdarê vê konferansê bûne û weha got; ‘di vê konferansê de li ser rewsa Kurdên Suriyê bê minaqesekirin û bigihînin netîceyek û biryarek bidin. Du armancê serekî heye, yek Kurdên Suriyê yê dîasporayê û du jî pistgiriya Kurdên Suriyê yê dîsaporayê li xebata demokrasiya gelên Suriyê û Kurdên Suriyê. Ji 200 zêdetir kes besdarê vê konferansê bûn, ji wan %80ê kesên serbixwe, akademîsyen, jin û xort in, yên mayî jî nunerên partiyên siyasî ne.’

Sînemxan Bedirxan jî lidarxistina konferanseke weha ku li paytexta Herêma Kurdistanê, Kurdên Suriyeyê bicivin, wekî xewneke binav kir û weha got; ‘Herwekî cenabê Serok Barzanî got, dev jî hîzbayetiyê bedrin, destê xwe bidine hev, em bibin yek ku Kurdistanekî mezin ava bikin. Xewna min, armanca min yek Kurdistan e. Niha me Kurdistaneke azad heye, hêvî dikim mezintirn bibe û di bin alaya rengîn de bibe yek. Her wekî rehmetî diya min digot; ‘yekîtiya Krdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te.’

Konferans îro lidarxistina 9 semînerên wek, rewsa Suriyê ya niha, senaryoyên paseroja Suriyê, alternatîva dahatî li Suriyê, Kurd û opozîsyona Suriyê, pêkvejiyana Kurd û gelên din, mafê çarenûsî bo gelê Kurd, rewsa herêmên Kurdî, pêngavên siyasî yên pêwîst û pêngavên pêwîst dema valahiya îdarî li herêmên Kurdî berdewam bibe.

Konferans dê sibê jî lidarxistina 5 semînerek bidome û êvarê jî bi kongreya rojnamevaniyê bidawî bibe.

Dengê Kurdistan

Back to top button