Konfêransa Mala Êzdîyan (Oldênbûrg) ya 2011 a

Mala Êzdîyan ya bajarê Oldênbûrgê bi kar û barên xwe bûye navendeke civakî-rewsenbîrî. Salê da bi deha seminar, konfêrans û çalakyên rewsenbîrîyê cûrbicûr lê tên derbaskirin, mêrasîmên eyda, rasthatin tev zanyar, nivîskar, sîyasetmedarên naskirî tên pêkanîn, pirtûk tên wesandin, malpera male bûye malpereke xwendevanaye hizkirî.
Malê da Zarok hînî zimanê dê û bawarîya êzdîyatîyê dibin.
Van salên dewî, rêvabirîya Malê bi zanebûn guhdarî danîye li ser Konfêransa. Kîjana da pirsgrêkên êzdîyatîyêye here aktûal bi alîkarîya zanyar, nivîskar, lêkolînvan û oldarên di wî werîda pispor berfireyî tên lênhêrandin û ronîkirin. Belgeyên konfêransa jî bi pirtûk tên wesendin.
Ji rûyê gelek egeran da Kurdên êzdî heta vê dewîyê jî nikaribûye eskere, bi temamya rastîya xwe, xwe dîharke. Her tist ker, bi cûrekî sergirtî, nava wê civakê da vesartî hatye kirin. Wusa hatibû stendin ku halê astengî, zor û dijweryan da, di nav êzdiyan bi xwe da jî xwendin-nivîsar wek gune dihat dîtin. Halê qedexê, nexwendîtîyê û sûndamayînê da gelek tistên vê bawarîyê hatine jibîrkirin, sirovekirina hinek bîr-bawarîyan hate guhestin, hinek êlêmêntên xerîbe nerast ketine nava vê bawarîyê.
Derheqa dîrok, sexsyet û ayîna wê olê da bîyanîya jî bi kara bawaryên xwe nivîsîn, gelek bûyar û fikir bi zanebûn hatine feskirin, ku êzdiyan nav xweda bihelînin.. Tek van 35-40 salê dewyê, ji pey tevger û hisyarbûna kurdewaryê ew zulm-zora li ser civaka êzdîyan hevkî sivik bû, di nav êzdîyan da jî xwendevan pêsda hatin, bi astengiyên mezin wan ji zarê qewlbêj û aliman karibûn têkstên wê bawarîyêye ji undabûnê xilazbûyî, binivîsin.
Raste gelek tist hatîye tomerkirin, berevkirin, serrastkirin, lê dîsa jî sirove, analîzkirin û lêkolînkirina wan hê jî rêk-pêk nehatîye kirin.
Bûyarên van sî sale dewyê ku hatin sere vê civakê li ber çavan e. Kurdistana bakûr edî bê êzdî bûye, Kurdistana rojava dê êzdî ber nemanê ne, ji pistî hilwesîna welatê sovêtê êzdîyên wî welatî jî cihanê bela bûn, ji Basûr jî wek lêya biharê êzdî diksîn derva.
Di nav demeke wa kin da belabûna êzdîyan li cihanê, pêra jî zeyîfbûna bawarîyê himber netew û olê, zanebûnên oldaran yên kêm ev civak li ber pirsgirêkan daye sekinandin. Ziman, erf-edet, eyd-erefat, rabûn-rûnistandinên qedîmîye kurdewarî, yên bi hezara salan hatine xweyîkirin, tên ji bîrkirin. Tê bêjî erdhejekê malwêran hin hundur û hin jî dervave ew civak kirine nav pirsgirêkên hebûn-nebûnê. Usa hatîye stendin ku hinek êzdî kurdîtîya xwe jî înkar dikin.
Di vî hale dijwer da sazîk, merkezeke zanyarî tune ku wan pirsgrêkava mijûl be, çareserya wan ra bibîne.
Mala êzdîyan ya Oldênbûrgê dicedîne wek mecal û hêza xwe di vî werî da hinek xebatan bike, valaya çêbûyî hevkî tijeke .
Eva Konfêransa sisiyane ku Malê da tê derbaskirin. Konfêransa ewil ser têkstên bawarya êzdiyan û fîlîsof, qewlnivîs û xasekî wê bawarîyê Sêx Fexrê Adiyan bû. Sedsala 13 da vî fîlîsof, bawarmend û helbestvanê mezin tev hevalên xwe edebyeteke kurmancîye dewlemend efrandine, ku gelêd here pêsdaçûyî jî kare bi hebûna edebyeteke usan serfiryaz derkeve meydana zanyarya navnetewî. Konfêransa dudan li ser rêvabir û merxwesên vê civakê bû. Ew tev jî sexsên dîrokî ne, ku nav û kirinê wan nava wê civakê da bûne sitiran û efsene, lê mixabin derheqa wan da rastî nehatiye nivîsar, cîyê xwe di nav bîranîna gel da negirtine.
Konfêransa sêyemîn li ser eyd-erefatên êzdiyan bû.
Cîyê êydan di nav rê-rizmê her ol û gelî da pir girîng e, ew zengînî û bedewîya ruh, xeyset û dêmê her gelî nîsan dide, di nav medenîyeta navnetewî da cîyê wan dide kifsê.
Di nav dîroka xweye dûr û dirêj û pir dijwer da civaka êzdîyan karibûye ne ku tenê ziman, bawarî lê usan jî rê-rizm, erf-edet, eyd-erefatên xwe xweyî derkeve û rind biparêze. Ji wan eydan hinek wek êzdîyatîyê kevnarin û ji bingeha wêye hezaran salan tên, hinek jî di pêvajoya dîrokê da kirasê demê xwe kirine lê dîsa bi reng, ruh û naveroka xwe anegorî tebyetmendiyên vê bawarîyê mane.
Kevnesopîyên usan li nava Êzdiya da mane ku koka wan ji kûraya hezaran salan tên. Bi zanîyarî lêkolînkirina wan, kare ronayîke zanîyarî bavêje ser gelek pirs û pirsgirêkên gelên Mêzopotanîya dîrokî
Eger di nav gelên cihanê yên payê pirê da ol, bawarî bi rê û rizmên xwe wek xeleka girêdanê, hevgirtinê, yekbûna gelên wê olê ne, rê rizm, eyd-erefatên wê bawarîyê seva hemû netewên wê bawarîyê tomerî ne, lê cem êzdîyan netew û bawarî tê bêjî, di nava hevda bûne yek. Rê-rism, eyd-erefatên êzdiyatîyê tek ji bo civaka kurdên êzdî ne. Cejnên bawarîyên dîn ji bo bi seda netewên wê bawarîyê tomerî ne, heta demekê da, bi qirar-qanûnekê tê derbaskirin. Ew wek netewe cuda ne, lê wek bawarî bi rê-rizmêm xwe digihîjin hev, heva girêdayî ne û bi hevra mêrasîmên eydê pêk tînin.. Usane ew rê’rizm ji bo wan gelan tomerî ne. Lê rê ‘rizmên êzdîtîyê tek hebûna civaka Ezdîya û netewa wan Kurdan e.
Tebyetmendîyên derbaskirina eyd-erefatên êzdîyan hene, ku ew zeftirîn xezayê, karê gundîtîyê, rêncberîyê va girêdayîne, hinek li dor parêzgeh û zîyaretên wê bawarîyêye kevnar tên pîrozkirin Eydên êzdîyan civakî ne derva, hemêza surustê da bi esq û sayî, def-zurne, kilam-dîlan, xwerin-vexwerin tên derbaskirin. Di wanda mêrasîmên çivakî yên hewaskar bawarkî ji yê olî zêde ne.
Mixabin, ev bawarîya kurdewerîyî qedîm û xizna rê- resmên wê ye delal hê jî diniyayê da rind nehatîye naskirin û cîyê xwe yê layîq negirtîye. Berovajî der-doran gelek tistên nerast Êzdîtîyê va girê dane û dinîyayê da dane belevkirin.
Tistekî vesartî nîne ku payê gelê kurd jî rastîya êzdîyatyê nizane û haj eyd- erefatê wan nînin. Raste, guhertiniên pêsvaçûyînê li cihanê, vebûna têlêvîzyonê kurdî, sîyasîya deshiletdarîya Herema Kurdistanê û hinek hêzan di pirsên netewî da, Kurdên êzdî ra jî mecal çê kirin u ew jî eskere, bi dengekî bilind derheqa rastîya bawarîya xwe bibêjin, ji alyê Parlamêntoya Kurdistanê da çend rojên cejnên êzdîyan wek cejnên netewîyê resmî hatin qebûlkirin.
Lê ew rê û rizm, eyd-erefat hê jî rind nehatine ronîkirin, belevkirin, lêkolînkirin. Hê jî destê xwendevana da berevok, xebateke lêkolînî li dor wan nîne. Raste van salê dewyê hinek gotar di malper û kovara da hatine wesendin lê ew guhertinên niha da têrê nakin. Van 30-35 salên dewyê da gelek êzdî ji gund û werê xwe, axa xwe, bingeha xwe qetyan û cihanê bela bûn. Hinek heremên êzdîyan bê êzdî bûn. Vî halî da rê-rizm, eyd-erefat têne jibîrkirin.
Meremê derbaskirina Konfêransa Mala Êzdîyan (Oldênbûrg) ya 2011 rewsenbîrî ew bû, ku gudarîya zanyar, nivîskar, rewsenbîran bide ser ji undabûnê xilazkirina vê xizna gele netewî û wek berevokeke lêkolîna dayne ser textê xwendevana.
Lêkolîn derheqa van cejna da bûn:
1. Cejna rojiyan Êzdî, Sêsims û Xûdanan
2. Cejna Xidilyas û Xidirnebi
3. Cejna Serê salê-Çarsema Sor
4. Cejna Çilê havînê
5. Cejna Çîlê zivistanê
6. Cemaya Lalîsê-Cemaya Sîxadî
7. Cejna Bêlindê
8. Batizmi
9. Çarsemê Hesava
10. Roja ser Mezela
11. Cemaya Serfedin
12. Tawis Geran-Gera Tawisê
13. Tewafên Gundan
14. CejnaQurbanê- eyda Heçiyan
15. Sev Berat
16. Seferên Nan û Masta
17. Cemaya Sipikirina Quban û nisanan
18. Cemaya çîyayê Simgalê
19. Cejna Nisanan
20. Rola micêwiran di derbaskirina cejna da
21. Felsefa surustê di rê rizmên êzdîtîyê da
22. Cejnên parêzgerên êzdîyan li Bakûr
23. Cejin, rê û rizmên êzdîyan li Efrînê
24. Gera bavê Sêx
25. Roja Basinber
Konfêrans 19 û 20 ê meha Mijdarê li salona Mala Êzdîyan (Oldênbûrg) hat derbaskirin. Ji pey ferzeke dînî (Merwan Babîr) û xêrhatinan mêvana ra (serokê Malê Sahap Dag) bi lêkolînên xwe pêsda hatîn Îdo babê Sêx, Pîr Xidir Slêman, Dr. Eskerê Boyîk, Alîya Bayezîd Îsmayîl, Hoseng Biroka, Bedel Feqîr Hecî, Sewqî Îsa, Mecît Heso, Heso Hurmî, Kamil Xudêda, Abû Azad, Pîr Xidir Çêlkî, Sêx Zîdo Baadrî, Hecî Elo, Hesûn Cewar, Lîman.
Lêkolînên xwe sandibûn lê ji ber sebebên erênî konfêransê da besdar nîbûn: Dr. Memo Osman, Dr. Xanna Omerxala, Pîr Dîma, Kovan Xankî, Rêsan Hesen Cindî, Hecî Mexso Heso, Sêx Hecî Simo Sengalî, Sêx Elî Seydo û Feremez Xerîbo. Gotarên wan konfêransê da hatine xwendin.
Konfêrans bi serketin rêva birin endemên komîtêyên rêvabir û rewsenbîrî yên Malê Sadîk Dzgûn, Kazim Oba, Ahmed Akbas, Salih Evdo, Ghazî Al Nemanî, Tahlî Burunacîk, Yazîn Sulêyman.
Komîtêyên rêvabir û rewsenbîrî yên malê sipasîya besdarên konfêransê, sêmînarvan û hemû xizmetkarên Mala Êzdîyan kirin ji bo bi organîzekirin û bi serketin derbaskirina Konfêransê.
Ji navê hêz, komele, sexsyetan hesavekî zêde masaj, birûskên pîrozbahîyê, silav ji bo konfêransê hatibûn standin, kîjan konfêransê da hatin xwendin. Dewyê da xebata Konfêransê hat tomarkirin û biryar hat girtin ku gotarên serketî wek pirtûk bên wesendin.
Eskerê Boyîk
Serokê komîtêya rewsenbîrî ya Mala êzdîyan
(Oldênbûrg).
Dengê Kurdistan