Nivîsar

Uzirxwestin camêrî û wêrekî ye.

Me bi guhên xwe bihîst û bi çavên xwe dît ku li ser navê Dewleta Tirk, serokwezîrê wê bi camêrî û bi wêrekiyeke mezin, ji ber bûyer û kiryarên ku li Dêrsimê (1936-39) qewimîbûn uzrê xwe ji Kurdan û ji Dêrsimiyan xwest. Ev him gaveke ku qet ne dihat hesê kesan ku hate avêtin û him jî av gav bû uzirwestina dewletê ji kurdan. Vê camêrî û wêrekiya Erdogan zîncîreke din ji xeleka zincîra Kemalîzmê skand. Loma jî ev gav wê êdî bibe sedem ku gelek bûyer û kiryarên qirêj yên bi destê dewletê hatine kirin dê derkevin.

Ji ber vê wêrekî û camêriya ku Erdogan kir ez wî û partiya wî pîroz dikim ku wan bi vê yekê tiliya xwe xistin nava êgêr. Dibe ku ji ber vê, tiliya wan bisewite. Lê divê ew bizanibin ku ev kêm e. Pêwîst e li dû vê tistên din jî bêne vekirin û gotinê. Her weha ne tenê bi gotinê divê têxin jiyanê jî. Heger wehe bikin, dibe ku tiliyên xwe wenda bikin lê wê destên wan bi kembera zêrîn bê parastin. Weke herkes dizane ku ev uzirwestin gelekî dereng ma, lê dîsa jî bas bû. Vê him li welêt û him jî li cihanê deng veda û kêfxêwesî bi xwe re anî ku dewletê ji ber kiryarên xwe yên qirêj uzrê xwe ji gelê kurd xwest.

Divê em kurd ji ber vê gavavêtina Erdogan û partiya wî him wan pîroz bikin û him jî ji wan re bibin alîkar da ku ew wan kirasên Kemalîzmê yên qirêj yek bi yek derxin. Di derketandina wan kirasên qirêj de wê bê dîtin ku hin kurdan jî ew li xwe kirine. Ji ber vê ye ku ev ê pêvajoyeke nû ji bona kurdan veke da ku ew kêmanî, sasî û xerabiyên hatine serê gelê me bê tirs, bi destê kê hatine kirin, bêne gotin û derxistinê. Her weha divê bas bê zanîn ku tenê bi uzirxwestinê kêseya gelê me çaraser nabe.
Em kurdên li bakur tim bûne weke kopiyek ya tirkan ku ew dest bi çi dikin, hema li dû wan em jî wê dikin, an jî dibêjin û li gor wê jî civata xwe bi rêve dibin. Ma ne bi saya serê sosyalîst û kominîstên Tirkan bû ku me jî dev ji dawaya xwe ya neteweyî hema hema berdabû û me jî dixwest em xwe weke wan bikin. Yanî me jî weke wan kirasê nedurûtî li xwe kiribû û bi wan derdiketin nava xelkê û ji wan re digot ku ev kiras yê herî xwesik, saxlem û bi kêrhatî ye. Me bi vê derewê him gelê xwe û him jî me xwe dixapand. De îcar roj hatiye ku rêvebir û partiyên kurdan jî hemû arsîvên xwe vekin, bûyer û tistên qewimîne, diyar bikin û bêjin. Ji ber ku gelek tist hene ku tenê bi wan ve girêdayî ye û ew tenê vê yekê dizanin. Bila ew jî zanebûnên xwe ji gelê xwe re vekin.
Ez weha bawerim êdî her tistek hatiye û tê guherîn ku êdî kurd jî ji vê yekê dersê digirin. Loma ew jî êdî dibêjin û wê hê jî bêjin. Ji ber ku tistên li tirkiyê pêk tên, bi awayekî xwes û bi lez li bakurê kurdistanê dikeve nava jiyanê. Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim; ev gav avêtin û wêrekiya Erdogan wê li Kurdistanê cihê xwe bastir bigire. Weha bawerin ku ev ê bibe rêlibervekirina gelek tistan da ku gelê me gav bi gav xwe bihêjîne azadiya xwe.

Helbet azadî ne weha rehet e. Loma ji bedel têne dayîn, tekosîn û berxwedan dibin heta ku mirov xwe dighêjîne wê. Ji bona azadiyê jî divê wêrekî, camêrî, bîr û rayên durust hebin. Heta ku durustî di nava civatê de rûnenê, wê azadî jî neyê. Azadî tistekî weha ye ku hebûna wê bi serê xwe kesan, milet û welatan bi pêsve dibe. Loma kesên ku pêskêsiya tekosîna ji bona azadiyê dikin divê rast bin, durust bin, camêr û wêrek bin.

Ji ber vê yekê ye ku ez jî gazî û hawara xwe dighêjînim Evdila Ocalan da ku ew jî ji îmraliyê wêrekiyekê bike û weke Erdogan ew jî bi daxuniyekê uzrê xwe ji gelê kurd biwaze. Ew jî ji ber wan kiryarên xwe yên ne di berjewendiya gelê kurde bûn, veke û lêborîna xwe ji gelê kurd û rêxistinên Kurdistanê bixwaze. Wan kustinên zarokên gelê kurd yên bi destên wan hatine kirin, diyar bike. Wê proje û senaryoya ku dewletê ji wan re amade kiribû, bêje. Ya herî girîng jî ji ber vana uzrî xwe ji gelê kurd û malbatên sehîdan û ji malbatan wan kesên ku bi destê pkk hatine kustinê, bixwaze. Bila wan kes û kesayetiyên ergenekonê ku di nava PKKê de ne û xwedî cih û berirsiyarên mezin in eskere bike. Dema Evdila vê bike wê mezintir û bi rûmetir bibe. Xelasiya wî tenê di vê yekê de ye ku ew vê bike.

Bila emir û fermanê bide qandîlê da ku ew jî kîsikên arsîvên ku bi belgeyên kustina kurdan tijene veke. Bila wan veke. Bê tirs ji gelê kurd re wan bûyerên qirêj ku bi destê PKK û bi emirê fermandarên wan hatine dayîn, eskere bikin da ku gel wan efû bike. 26.11.2011

– Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in.

Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

– Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

Bûbê Eser

Balkêş e ?
Close
Back to top button