Nivîsar

Kurd di azmûneke dîrokî re derbas dibin

Ev çend meh in em bi sev roj nûçeyên nexwes yên êris û hovîtîyên ÎSÎDê, kustina jin û zarokên kurd, koçberî û perîsanîya bi sedhezaran kurdên Sengalê û Kobanê dibihîsin û di ekranan de li ber çavên xwe dibînin û pê xemgîn dibin, hêrs dibin.

Li alîyê din em bi qehremanîya pêsmerge, bi berxwedana lehengî ya keç û kurên Kurdistanê li bajarê Kobanê dilxwes û serbilind dibin. Bi serwerîya sîyasî ya Kurdistana Basûr, di serî de bi ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pistrast û bi hêvî dibin.

Rêberên kurd, di van rojên han de, bi qelsî û kêmasîyên xwe bêtir hayedar dibin, ji rastiyên jîyanê dersan distînin. Di warê dîplomasî û ragîhandinê de sareza dibin. Bilindbûna hestên netewî xwe digihîne asteke bilind. Di vê serdemê de kurdên hemû parçeyên Kurdistanê nêzîkî hev bûn û dibin. Kurd di nav azmûneke dîrokî re derbas dibin, berbi dewletbûnê ve diçin.

Û bê guman helwesta aktorên sîyasî yên dunyayê, gav bi gav bi berjewendîyên neteweyî yên gelê kurd re digunce. Peymana Sykes- Picot (1916) hatiye dirandin û ew êdî di nav zibildanka dîrokê de ye. ‘Peymana Lozanê -1923’ berê xwe daye zibildankê.

Îro firseteke dîrokî hatiye ber derê kurdan!

Li alîyekî, dijminekî hov, tu qaîde û rêbazên ser nas nake, bi çekên giran êrisên bê merhemet tîne ser gelê sivîl, li alîyê din serwerên dunya Rojava ji bo alîkarîya gelê kurd bangî hev dikin û destê alîkariyê (bi qasî daxwaz û payana me ne be jî) dikin.
‘Kurd ji bo cîhanê ser dikin’ dibêjin. Ango milletekî bindest wek kurdan ‘ Ji bo cîhanê ser dikin!’

Ev jî cîyê dilxwesîyê ye.

***

Lê mixabin, hîna rêyeke dûr ya bi xeter li ber milletê kurd heye heta ku xwe bigihîne azadîya neteweyî ya rasteqîn.

Xetera mezin li parçeyê mezin e, ango li Bakurê Kurdistanê ye. Rêberîya siyasî ya ku îro xurt xuya dike PKK-HDP ye. Ew, li alîyekî wek hêzeke çekdar a radîkal li meydanê ye, li alîyê din, siyaseteke entegrasyonê li ser gelê kurd dide ferzkirin.

Mesandina serê çekdarî û sîddetê û siyaseta teslîmbûnê bi hevra, birînên kûr vedikin di civata kurd de. Projeya ‘Demokratîk Cumhurîyet’ ya vik û vala, û ‘Pêvajoya Rêlibervikirinê’ (açilim süreci) ya ku hukumeta tirk wek termekî nîvmirî li ber çavan dihêle, domandina ‘status quo’ ye.

Ev mijûlkirin e. Derbaskirina salan e. Derbaskirina salan ya ku daxwazên kurdan (ên netewî) lawaz û sist dike… Ev tê vateya: ‘Em weha dom bikin, ji ber ku hindik maye kurd bi temamî bibin ûnsûrekî Tirk û Tirkîyê. Asîmîlasyon bi serdikeve’…

Eger ev proje neyê astengkirin, sazkirina îdareyên herêmî û Tirkîya wek ‘Komara Demokratîk’ wê bê rojevê… Ev armanca stratejîk duh di dûrbûna generalên tirk de hebû, û îro di ya hukumeta AKP de… Ji ber ku li wir tu tistekî bi navê Kurdan û Kurdistanê tuneye. Ji astî û çareserîyeke weha re ‘can qurban’. Kemalîst jî, tirk-îslamcî jî vê çareserîyê didin ser serê xwe!

Gelo bingehê Partiya HDPê (Halklarin Demokratik Partisi) ango kurdên welatparêz wê heta kîngê li pey vê siyaseta sas bimesin? Yan jî, ew ê partîya xwe ya legal, wek destkeftîyeke gelê kurd ji bo çareserkirina doza azadîya rasteqîn ya gelê kurd û Kurdistanê bi kar bînin?

Dawîya hêvîyan nayê…

Hêvîya min a sexsî berî hertistî hebûna hisyarîya netewî ye(kêm jî be…) û dû re kanîyên enerjîyê ne, ango dewlemendîya welatê kurdan e! Pêwîstiya Diyarbekrê jî pê heye, ya Wasîgtonê jî, ya Tokyo jî… Bila cîranên me dawîya xwe bifikirin. Ji gelê kurd gazinan nekin…

Haluk Agrîn

Balkêş e ?
Close
Back to top button