Nivîsar

Kurdên Bakur

Hemû civat bi dezgehên xwe va bi qûwet in. Dema ku civat birêkxistî nebe; zêde bûn, kûstin û mirin ne çareserî ye.Gor dîtina min,civata kurdên bakur gor dilê me kurdan ne hatine birêkxistin. Ango kêmasî gelekî zêde ne.
Ji dezgehan:
-Yeketîya karkerên Kurd, yeketîya parezgerên Kurd, yeketîya doxtorên Kurd,yeketîya mamosteyên Kurd, yeketîya cotkarên Kurd, yeketîya xwendekarên Kurd, yeketîya saredarên Kurd, yeketîya zibareyên(kooperatîf) Kurd, yekitiya komelên mafê mirovan ên Kurd, yeketîya jinên Kurd û yeketîya ciwanên Kurd. Di van dezgehên kurdan de kêmasî gelekî zêde ne û zimanê kurdî jî zêde pêsda ne çûye.
Li alîyê sîyasî:
-Gelek partî, komel û înîsiyatîfên din jî hene. Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Partîya Civaka Demokratik (BDP), Partîya Tevkar û Demokrasiyê (KADEP), Partîya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Komela Soresgerên Demokrat ên Kurd (DDKD), Inîsiyatîfa Azadî, Koma Dîyaloga Dicle Firatê.

Ji wan rêkxistinin kurdan bêtir,kurdên oldar li dora AKPê û kurdên kemalîst jî li dora CHPê kom bûne. Kurdên ku di qûncika xwe de dinivîsînin û qet li kesî guhdar nakin jî hene. Ji wan kurdên ku di qûncika xwe de dinivîsînin û wiha dibêjin jî hene: ‘Ez ji pisikleta xwe nayêm jêr û li trambêla yekê din sîyar nabim.’ Bi teybetî gotina „ Ez ha ez im!’ pêsda ketîye. Piranîya kurdan li ba oldaran û çekdaran in. Di navbera kurdan de yeketîya netewî tune.
Di vê rewsê de kurdên Kurdistana Bakur jî ne azad in û di binda vestîne. Lê belê ji wan partîyan’Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR)’ di programa xwe de cî daye metoda Federasyonê. Metoda ‘Federasyonê’ wekhevî ye û di navbera du gelan da bi dilxwezî tê domandin. Yek millet nikane ku bi serê xwe metoda Federasyonê bidomîne. Li mixwabin gelê Tirk ji vê metoda Federal dûr disekine.

Xûya dike ku HAK-PAR ê barê giran hildaye ser milê xwe. Ji ber ku piranîya kurdên bakur nizanin ku daxwazîya metoda Federasyonê çîye. Lê belê endamên HAK-PARê di dema bihûrî de va xebata ceribandine û bas dizanin. Di têkosînê de bîrûbawarî û berpirsîyarî girtin zahf girîng in. Mirov qasî bîrûbawarîya xwe dixebite. Di vî xebata de zêr, zîv tûnin û asteng hene.

Endamên HAK-PARê kamil in; bi zanayî programa Federasyonê gav bi gav dimûyînin û dixemîlînin. Ew dizanin ku va rêya dirêj û zirav e. Bi raya min li Kurdistana Bakur, bo ciwanên HAK-PARê gelek asteng hene. Dive endamên HAK-PARê xwe biparêzin û bi xwe bawar bin. Bi teybetî va xebata bi zanayî li pas programa Federasyonê sikandinê û bi xebatê dibe.

Ez bawar dikim ku Kurdistana serbixwe (Kurdistana mezin) jî di vê rê de azad dibe. Ango çar parçeyên Kurdistanê yekem dibin federal;pist ra çar parçeyên federal tên ba hevdû dibin Kurdistana azad. Bas e, Kurdistana mezin bi biryara gelê Kurd tê nirxandin.
Gor dîtina min programa Federasyonê ji bo hemû kurdên bakur yê here bas e. Dilxwazîyên hemû kurdên bakur di programa Federasyonê de cî digire.

Balkêş e ?
Close
Back to top button