Partiya Maf û Azadiyan ya saxa Amedê komkujiya Roboskiyê sermezar kir

Esref Çakan/Amed
28.12.2012 (îroj) li ber mizgefta mezin ya amedê ji bo salvegera komkujiya roboskiyê ji aliyê Partiya Maf û Azadiyan ya saxa amedê daxuyaniyek hat xwendin, pistre jî, belavok ji aliyê birêvbir û endaman ve hat belavkirin.
Berpirsê gruba înîsiyatîfa Dîcle û Firatê Muhîddîn Batmanî, Rêvebirê Însiyatîfa Azadî Adem Ozcan, Cîgirên serokê partiya maf û azadiyan Bayram Bozyel, Arîf Sevînç, Resît Delî, Hesen Dagtekîn, Necatî Bayram, endamên meclîsa partiyê Remezan Moray, Sebahaddîn Korkmaz, Mistafa Kalhan, Sevgî Çelîk Moray revebirên saxa amedê û gelek endam û aligirên partiyê besdarbûn.
Di daxuyaniyê de, wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin, pankartên ku bi sloganên ‘ji bo zarokan gule, ji bo kujeran xelat’ , ‘me kaeseta roboskiyê jibîr nekir, em ê nedin jibîkirin’, ‘Zarok terorîst, qisas qehreman!!!’ ‘duh 33 gule, îro 34 guneh’ nivîsîbûn hatin vekirin.
28.12.2012 seat 12.30an de pistê nimêja înî li ber mizgefta mezin ya Amedê daxuyanî hat xwendin. Daxuyaniya tirkî ji aliyê endama meclîsa partiya maf û azadiyan Sevgî Çelîk Moray ve hat xwendin. Daxuyaniya Kurmancî jî, ji aliyê serokê saxa amedê Vasif Qehreman ve hat xwendin. Pistê daxuyanî yê belavok ji aliyê ednam û aligirên partiyê ve hatin belavkrin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Vasif Qehreman ve hat xwendin ev e:
JI RAYA GISTÎ RE
Îro sal vegera komkujiya Roboskê ye. Salek berê rojek wek îro balafirên ser yên Dewleta Tirk li Roboskiyê 34 gundiyên Kurd yên sivîl û masûm qetilkirin.
Bûyera Roboskê ne qeza, ne jî hedef saskirin e. Bi biryar û plansaziyek navendî qetilkirina Kurda ye. Bi armanc û pêkanîn, berdewamiya trajedya Koçgirî, Sason, Zîlan, Dêrsim û ’33 guleyê’ ye.
Tevî nerazîbûnên tund yên raya gistî ya Kurdan û bi israr sopandina medya û civata sivîl, ev salek e ku ne berpirsên qetlîamê derketine holê û ne jî lêpirsîneke cidî hatiye destpêkirin.
Di vê karesatê de hukumeta AKP-ê, hestiyarî û hiqûqnasiya hukumeta DP-ê ya salên 1950-yan ku li hamberî bûyera General Muxlalî nîsandabû jî, nîsan neda ye. Eksê wê, bi xelatkirina fermandarê hêzên hewayî û bi gelek gotaran, ji qatilan re xwedî derketiye.
Meyzandina erka dada Tirk ya li hamberî cînayetên dewletê yên li Kurdistanê, ji berê de meyza ‘hiqûqa dujminatiyê’ ye. Ji vê hêlê de, tu ferq di navbera Dadgehên Îstîklalê û yên ‘Mahkemên Taybet’ de nîn e.
Ji qetlîama Roboskiyê du encamên trajîk yên din jî derdikevin holê; yek jê pirsa tinetî û feqîriya gundiyên Kurd e, ya din, heta bi malbata ji hev veqatandina sînorên li ser xaka Kurdistan yên xeyrî mesrû ne. Di rastiya xwe de cînayetên ser hûdûdan, qetlîamên qaçaxan her hebûn e û berdewamin. Belê gelekê wan vesartî mane û ji raya gistî re nehatine eskere kirin.
Ev sed sale tistên ku li vê cgrafyayê ji Kurdan re rewa hatine dîtin; red û înkar, asîmîlasyon, koçberî, sewitandina gundan, operasyonên eskerî, îskence û girtinên komelgehî, hemî jî sûcên dijî mirovahiyê ne. Her mirovekî xwedî aqil, wijdan û îzan, divê li hamberî van kiryarên kolonyalîstî derkeve û mafê gelê Kurd yên rewa bi parêz e.
Lewra Kurd, miletekî mazlûm, maxdûr û masûm e. Hemî daxwazên Kurda yên azadiyê û cûre xebatên mafparastinê mesrû ne. Mafdar e ku netewa Kurd jî, weke hemû miletên medenî li welatê xwe azad û serbixwe bijî, heye.
Azadiya Kurda mafê tu kesî ji destê wan nagire. Bîlakîs azadiya Kurda wê azadî, bextewarî û dilovaniya Tirkan û gelên din jî bi xwe re bîne. Ji ber ku wê vî serê bê mane, xerakir û tunekir bi qedîn e.
Bi munasebeta salvegera karesatê em qetlîama Roboskiyê rûres dikin, ês û jana malbatên mexdûr parvedikin. Her weha banga yekîtî û zêde xwedîlêderketinê li herkesî dikin.
28 Çile 2012-Amed
PARTIYA MAF Û AZADIYAN(HAK-PAR)
Navenda Saxa Diyarbekir
Ji bo salvegera komkujiya roboskiyê partiye maf û azadiyan li saxa amedê pota res û pankartan ku li ser ’em roboskî nadin jibîrkrin, 52 hefteye kujer diyar nebûn, 52 hefteye dewlet lêborîn naxwaze.’ nivîsîbûn hatin daleqandin û di nav bajêr de jî pankartên ku li ser ‘Duh 33 dule, îro 34 guneh’ û ‘zarok tên gulebarankirin kujer tên xelatkirin’ hatibûn nivîsandin daleqandin û dê hefteyek din jî daliqandî bimîne.
Dengê Kurdistan