Nûçe

Kurdên Stockholmê û dostên kurdan kareseta Helebçê bi bîr anîn

STOCKHOLM-16/Adar/2013-Wek hersal, îsal jî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Stockholmê civîneke bîranînê ji bo sehîdên Halepçeyê pêk anî. Bi jimareke bilind kurdên Stockholmê û dostên kurdan li Swêdê di 16 adarê de li Dêra “Adolf Fredriks” kombûn û di salvegera 25-a de sehîdên Halepçeyê bi bîr anîn.

Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê, xanim Sermîn Bozarslanê xêrhatin da besdarên kombûnê û derbarî giringiya vê roja res ya dîroka kurdan de axaftinek pêskês kir. Bozarslanê bi kurtî behsa pêvajoya pistî karesetê û destkevtiyên kurdan kir û hêviya rojên azad ji bo hemû neteweyê kurd anî zimên.. Dû re li ser navê Komîteya Hevkarî ya hêzên siyasî Emer Soran gotarek xwend. Soran li ser rewsa îro ya herçar besên Kurdistanê nêrîna komîteyê pêskês kir. Serokê berê yê Partiya Çep a swêdî Ohly, ku dostekî ji dil ê gelê kurd e, li ser erkên mirovan û mirovatiyê sekinî û got; ‘rûreskirina xirabiyê tenê wek xirabî yan jî zulm têrê nake, ji ber ku her xirabî yan jî her zulmek xwediyê armanceyekê ye, gelek caran di binê kirinên xirab de sedemekî bi menfaeta aborî ve girêdayî, sedemekî talan û mêtina gel û welatan, an jî çînekê heye. Di destpêkê de welat û desthilatên dinyayê bêdeng bûn li hember zulma ser kurdan. Îro rews ji bo gelê kurd ber bi basbûnê diçe, ev jî ciyê xwesiyê ye. Divê mirov berebipês here lê dîrokê jî tu wextê ji bîr neke’. Ji partiya Gel (Folkpartiet) ji dostekî kurdan wezîrê Integrasyonê Erik Ullenhag jî gotarek xwend û careke din dostaya xwe ji gelê kurd re nîsan da.

Di merasima bîranîna Helebçê de konserên muzîka xemgîniyê (hezîn) ji aliyê komên kurdî û swêdî ve hatin pêskêskirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button