Serokê HAK-PAR-ê Kemal Burkay li Stockholmê bi dostên partiyê re civîya

Serokê gistî yê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) birêz Kemal Burkay îro seradana komeleya KOMKAR-Swêdê kir û bi rêvebirên komelê û Komîteya Pistiriya HAK-PARê re civîya.
Burkay, di vê hevdîtinê da behsa gera xwe ya Avrûpayê kir, li ser rewsa welat û xebata HAK-PARê agahdarî da. Dûra endamên Komîteya Pistgiriya HAK-PARê, li ser kar û xebatên partiyê û li ser pêvajoya nû ji Burkay pirs kirin û dîtin û pêsniyarên xwe jêra gotin. Burkay got ku giringiyeke mezin dide desteg û pistgiriya kurdên welatparêz yên li dervayî welat. Birêz Burkay di berdewamiya axaftina xwe de got ku wî dixwezt ku di civîneke firetir da agadariyê bide kurdên Swêdê û dan û standinê bi wan re bike, lê ji ber pirbûna çalakiyên vê mehê (wek roja bûyera Helebçê, Newroz û h.w.d. ) û kinbûna zeman, civîneke weha gengaz nebû. Wî got ku ew difikirin ku di mehên payizê de li Swêd civîneke berfireh pêk bînin. Komîteya Pistgiriya HAK-PARê jî li ser bernameya xwe ya xebatê agadarî dan serokê HAK-PARê.
Dengê Kurdistan


