Nûçe

Kurdên Swêdê pistgirîya xwe ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nîsan dan

Dengê Kurdistan / Kurdên Swêdê li paytext Stockholmê pistgirîya xwe ji bo biryara Parlemana Kurdistana Basûr ya ‘Referandûma serxwebûnê’ bi xwepêsandinekê nîsandan.
Îro Kurdên Swêdê li Stockholmê kombûn û bi xwepêsandaneke mezin pistgirîya xwe dîyar kirin ji bo biryara hukumeta Kurdistana Basûr.

Di xwepêsandanê de, ji gelek bajarên nêzîk bi hezaran kurdên welatparêz bi alayên rengîn li meydanê bûn. Li ser navê Federasyona kurdan gotar hat xwendin, herwaha li ser navê partiyên siyasî yên swêdî jî, nûnerên Folkpartî (fp), Partiya Çep (v), Sosyaldemokrat (s) û Partiya Keskan (mp) jî gotar xwendin û pistgirîya xwe ji bo mafê sexwebûna Kurdistanê dîyar kirin.

Îro sahî û pistgirîya kurdan ji bo Kurdistaneke serbixwe li meydana Medborgareplatsen ya Stockholmê bû rojeke dîrokîya nû di xebat û hewldana Kurdên Dîasporê de ji bo Azadiya gelê Kurd û Kurdistanê . Di saya xebat û hewldana kurdên welathêz yên li dervayî welat, gêlên cîhanê bêtir sempatiya xwe ji bo mafên kurdan û Kurdistanê nîsan didin. Di gotarên nûnerên partiyên swêdî de jî ev yek careke din dihat ber çavan.

Di kombûnê de pirbûna alayên rengîn û ciwanan hêvîya Kurdistana Azad û Serbixwe xurttir dikir. Sahîya kurdan bi muzîk, stran û dîlan gihîst dawîyê.

Çalakî ji Alîyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê ve hatibû amadekirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button