KURDISTAN 24 TV DENGÊ MILETÊ KURD E

Li Hewlêra paytextê Basûrê Kurdistanê îro,hêriseke hewayî bi ser çend navçeyan ve hate kirin.
Hêrîs bi 12 mûsekên balistik û rênas hatin pêkanîn ku ji wan 7 mûsek wek amanc û hedef televizyona K/ 24 bijartibun. Pistî vê herîsê, avahîya televizyona K/24 xesareke mezin dît û avahî û dem û dezgeyên televizyonê piranî hilwesîyan.
Ji wan 12 mûsekan 1-2 mûsek jî, nêzikê konsolxaneya Emrika û yê din jî, çend cîyên din hingavtine.
Li gor agadarîyên ku ji Emerîka geyistine dest ev mûsekên rênas ji Tewrêza Îranê hatine avêtin.
Xûyaye ku yek ji armanca van mûsekan hilwesandina televizyona K/ 24 e û her wiha, têk birina wesanên vê televizyonê ye.
Lê xweshalin ku di vê hêrîsa xêrnexwaz û dijminane de, karmendê televizyonê sax û silametin.
Televizyona K/24 deng û awaza Miletê Kurdistanê ye. Ew wek rageyandereke netewî û nistimanperwer e. Lewraye ku her tim K/24, hedef û amanca dijminên miletê Kurd e.
Kurdistan 24 TV, deng û sewt û awaza miletê Kurdistanê ye; ku lewraye K/24 her tim bi camêrî, meram û helwesta miletê Kurd,ês û azarên Kurdistanê bi cihanê dide zanîn.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan,HAK-PAR vê êrîsa hov û dijminane bi tûndî sermezar dikin.
Dijmin û xêrnexwazên miletê Kurd çî bikin bila bikin, çare nîne wê Kurdistanek azad û serbixwe çêbe.
Em wekî HAK-PAR’ê dibêjin ku:
Dilê me li gel dilê rêveber û karmendê K/24 TV ye.
Televizyona K/24 Kurd e û Kurdistan e.
Dengê Miletê Kurd nayê birin.
Hewlêr hergis li himber tirsonek û dijminan û xêrnexwazan ser danayne û wê li ser rêya dahatûyeke azad û serbixwe ji mesa xwe venegere
LATIF EPÖZDEMIR
SEROKÊ GISTÎYÊ PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN
Dengê Kurdistan