Kurtefîlma Rêzan Yesilbas “BÊDENG” xelata herî bas girt

Derhênerê Kurd Rêzan Yesilbas, di 65-mîn Festîvala Cannesê a Fîlman de, bi fîlma xwe ya bi navê “Bêdeng”, xelata jurîyê ya “Kûrtefîlma herî bas” wergirt.
Rêzan Yesîlbasê 34 salî, dema girtina xelata xwe li ser dikê axifî weha got: “Ez vê xelata xwe diyarî hêmû jinên welatê xwe yên bêdeng û bi tenê hatine hîstin dikim.”
Rêzan Yesîlbas, li Diyarbekrê hatiye dinyayê û Zanîngeha Marmarayê, besa Sînema-Televizyonê qedandiye.
Çîroka fîlma ‘Bêdeng’, serpêhatiya jineke kurd e, bi navê Zeynebê û zilamê wê yê ku di girtîgeha Diyarbekrê de girtiye. Zeyneb dixebite ku cotek sol bibe girtîgehê ji mêrê xwe re, lê ji ber xedexeya girtîgehê rastî astengiyan tê. Jina kurd Zeyneb, bi biryar û rik berxwedide ji bo ku wan solan bigihîne mêrê xwe. Taybetiyeke vê fîlmê jî ew e ku bi navê xwe yê kurdî yê orîjînal ‘Bêdeng’ besdarî festîvala navnetewî bû.
Dengê Kurdistan