Nûçe

Sandeya PSK, serdana nunertiya PDKÎ a Hewlêrê kir

29ê Gulan a 2012
Dengê Azad/Hewlêr

Sandeya PSKê ku ji Nunerê PSKê yê li Hewlêrê Ararat Jînwar û endamê vê partiyê Azad Diyar ve pêkhatibû, ji aliyê Nunerê PDKÎ yê li Hewlêrê Tahir Mehmûdî ve bi germî hatin pêswazîkirin.

Aliyan di hevdîtinê de behsa bûyer û pêshateyên dawî yên bi meseleyên neteweyî ve girêdayî kirin û di vî warî de bîr û baweriyên xwe pêskêsî hev kirin.

Hevdîtina ku bi qasî seetek domkirî, herwisa behsa têkilî û dostaniya dûr û dirêj ya herdu partiyan hate kirin û di meseleyên çarenûsaz yên neteweyî de rol û karîgeriya herdu partiyan bilind hate nirxandin.

Dengê Kurdistan

Back to top button