Nûçe

Li Danîmarka ji bo pistgirîya Basûrê Kurdistanê hêzên kurdî ketin nava tevgerê

Li ser bangawazîya Partîya Demokrata Kurdistan (PDK), rêxistina li Danîmark, di roja 22.06.2014’an de 13 partîyên kurd li bajarê Kopenhagê li hev civîyan û li ser rewsa dawî a Kurdistanê û Îraqê û metirsîya Dewleta Îslamî a Iraq û Sam (DAIS) rawestihan û pistgirîya xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesud Berzanî, Parlamentoya Kurdistanê û Pesmergeyên qahreman dîyar kirin.
Partîyên ku besdarî civînê bûn ev bûn:
1. Partîya Demokrat a Kurdistanê, PDK.
2. Yekîtîya Nistîmanî a Kurdistanê, YNK.
3. Partîya Komunîst a Kurdistanê.
4. Tebgera GORAN.
5. Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK.
6. Partîya Demokrat a Kurdistanê-Sûrîye, PDK-S.
7. Komela Zahmetkêsanî Kurdistan (Rojhilat).
8. Partîya Demokrata Kurdistan-Îran.
9.Partîya Demokrata Kurdistan (Rojhilat).
10. KOMALA.
11. Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur, PDK-Bakur.
12. Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûrîye, PYDKS.
13. Partîya Zahmetkêsanî Kurdistan (Basûr).
Di civînê de ji bo kar û barê diplomasîyê li Danîmark komîteyek hevbes ji 7 kesan ji bo pistgirîya Basûrê Kurdistanê pêk hat, ku navên wan jî evin:
1. Kamill Hamawandî (Tevgera Goran).
2. Goran Helebçeyî (Partîya Komunîst a Kurdistanê)
3. Sînda Mîranî (PDK-S)
4. Yilmaz Yildiz (PSK).
5. Amîn Marjî (Komela Zahmetkêsanî Kurdistan (Rojhilat)
6. Aso Amadeh (KDP-Rojhilat).
7. Sait Yolal (PDK).
Pistî civînê komîte ket nava kar û tevgerê û nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesud Berzanî re sand ku tê de pistgira partîyên kurdî anî ziman û nameyek jî bi zimanê danîmarkî ji bo Wezareta Derve a Danîmark, ji bo serokê Parlamentoya Danîmark û ji bo Komisyona Karên Derve a Danîmark amade kir.

Di roja 03.07.2014’an de jî heyetek ji komîteya pistgirîya Basûrê Kurdistanê, ku ji Sait Yolal (PDK), Sînda Mîranî (PDK-S) û Yilmaz Yildiz (PSK) pêkdihat, civînek li gel Wezareta Derve a Danîmark pêk anî û nameya hevbes a li ser navê her 13 partîyên kurdî ji her çar besên Kurdistanê radestî wezaretê kirin.

Heyeta kurdan ji alîyê Gert Meinecke ve, ku bi xwe berpirsê masa/bûroya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa ye, bi sêwekî germ hat pêswazî kirin. Di civînê de, ku zêdeyî seatekê dewam kir, heyeta kurd li ser rewsa Basûrê Kurdistanê, sîyaseta Iraqê û xeterîya DAIS’ê agahdarî dan û ji welatê Danîmark daxwaza pistgirîyê ji bo gelê kurd û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir.

Civîn di nava atmosfereke germ û dostane de derbas bû. Gert Meinecke bi xwe çûye Basûrê Kurdistanê û pêsketin û demokrasîya li Kurdistanê weke nîmûneyeke gelekî bas û pêsketî nirxand. Got demokrasîya li Basûr bûye nîmûneyeke bas li tevaye Rojhilata Navîn. Meinecke soz da ku daxwazên partîyên kurdan bigihînê Wezirê Derve Martin Lidegaard û got ku hê di roja pêsî de wezîr biryara alîkarîyê ji bo pênaberên li Kurdistanê daye. Herweha anî ziman jî ku welatê Danîmarka niha di nava tevgerê de ye ku ofîseke/bûroyeke ticaretê li Basûrê Kurdistanê vekê.

Pistî civîna li Wezareta Derve, heyeta kurd derbasî Parlamentoya Danîmarka jî bû û du name jî radestî serokê parlamento Mogens Lykketoft û Komisyona Karên Derve kir û daxwaza pistgirîyê ji wan kirin.

Yilmaz Yildiz
Kopenhag
04.07.2014

Dengê Kurdistan

Back to top button