Li Hesekê teqîn: 35 sehîd, 150 birîndar

Hesekê (Rûdaw) ‘ Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di encama du teqînan de herî kêm 35 kes sehîd bûn û nêzîkî 150 kes jî birîndar bûn.
Îro danê êvarê li taxa Muftî ya bajarê Hesekê, di nav welatiyên ku ji bo Newrozê kom bibûn de, du bombe teqiyan.
Peyamnêrê Rûdawê Îvan Hesîb ragihand, teqîna yekemîn derdora saet 18:00 li cihê ku merasima Newrozê ya TEV-DEMê dihat lidarxistin, çêbûye, teqîna duyem jî li peya ya yekemîn û li heman taxê û di nav merasima Newrozê ya PDK-Sê de çêbûye…
Îvan Hesîb diyar kir ku sehîd û birîndar hemû birine nexwesxaneyan û got, li nexwesxaneya Hîkme 15 sehîd û 6 birîndar, li nexwesxaneya Îsam Bexdê 6 sehîd û 25 birîndar û li nexwesxaneya Nistimanî jî 40 sehîd û 14 birîndar hene. Sehîd û birîndarên din jî li nexwesxaneyên Dar Sîfa û Sabo ne.
Dengê Kurdistan