Nûçe

PSK: Hemu rojên we Newroz, Newroza we pîroz be

Gelê me yê bindest û zilmditî,

Newroz ji bo me Kurdan ne tenê destpêka sala nu ye, her usa cejn û sembola yêkitî, xebat, berxwedan, serketin û azadiyê ye. Gelê me di seranserê Kurdistanê da, ji ber taybetmendiya hanê ya NEWROZ’ê peyman nu dike û qewl dide, ku ji bona azadiya Kurdistanê bibe cangorî û bê westan kar û xebatê bike.

Xwisk û birayên hêja,

Di zirufeka gelek hestyar û aloz da em pêswaziya NEWROZa 2715’an dikin. Rewsa Rojhilata Navin ji ber serê navxweyiya Suriyê û êrîsên DAIS li Suriyê û Iraqê tevlihev e. Tixubên, ku ji aliyê emperyalistan bi gor berjewendiya wan û nokerê wan û ber xilafa vîna gelê navçe hatiye destnisan kirin, roj bi roj bê mane dibe. Usa xuya ye, ku nexseyê siyasiya heyî, di herêmê da wê tekbiçe û naxseyê nu wê peyda be. Lê pirs ev e, ku nexseyê nu wê bi çi siklê be? Ciyê Kurd û Kurdistan di vê nexseyê da wê çawa be?

Li Iraq û Suriyê ragihandina Dewleta Îslamî ji aliyê DAÎS ve, alikariya siyasî û eskeriyê navnetewî li Herêma Kurdistan û Pesmerge û Servanên YPG, serketina hêzên Pesmerge û Servanan li dijî terorîstan û berxwedana Kobanî usa kiriye, ku ji her demê pirtir behsa demezrandina dewleta Kurdistan ya serbixwe were kirin.

Ligel vê, îro li Kurdistana Bakûr û Tirkiyê, bi taybetî di ‘pêvajoya çareseriyê’ ku bi diyaloga MÎT û Imrali destpê kiriye, ji her demî pirtir behsa ‘Tirkiyelî bûn’ tê kirinê, ku ev yêka hanê berdewamiya siyaseta dewleta Tirk ya unîter e.

Zahmetkesên Kurdistanê,

Werîn di NEWROZa 2715’an da, bi dengekî bilind bêjin, ’em ne Tirkiyelî’ ne, ev der ne ‘nistimanî hevbes e’, ne jî ‘coxrafyayê Îslam’ e. Em Kurdistanî ne, welatê me Kurdistan e û Kurdistan mulkê hemu kes e, ku têda dijîn!

Werin NEWROZa 2715’ê bi gor naveroka wê pîroz bikin, ji bona ‘welatekî azad, gelekî bextewar’, bi ruhê Kurdayetî û biratiyê pêkve kar û xebat bikin.

Hevalên dilsoj,

Hemu rojên we NEWROZ, NEWROZa we pîroz be.

Adar 2715

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Dengê Kurdistan

Back to top button