Nûçe
Li Kobanî milet li dijî kiryarên PYD mesiya

Li rojavayê Kurdisanê bajarê Kobanî zêdetirî 10 hezar kes li dijî kiryar û êrîsên çekdarên PYD mesiya.
Milet di bin ala Kurdistanê û ala serxwebûnê ya Sûriyê de bi destê hev girt û êrîsên çekdarên PYD li dijî partî û kesayetiyên Kurd sermezar kir.
Milet diyar kir ku kiryarên PYD dibe sedema birakujiyê û ziyanê digihîne yekîtiya gelê Kurd.
Weke tê zanîn zêdetirî sed çekdarên PYD êrîs birin ser bargehên partiyên Kurd li bajarê Kobanî. Ev jî bû sedema nerazîbûna gel.
Milet ji van karên PYD bi yekcarî ne razî ye û dibêje “çi ferq di navbera muxaberatên Sûriyê û çekdarên PYD de heye?!”
AVESTA KURD
Dengê Kurdistan