Nûçe

Nivîskarê Kurd Arjen Arî jiyana xwe ji dest da

Mihemed Eren/Amed

Li Amedê, Nîvîskar û helvestvanê Kurd Arjen Arî jiyana xwe ji dest da.

Nîvîskar û helvestvanê Kurd Arjen Arî ku ev demek bû ji ber nexwesîna sêrpence ya kezeba sipî li nexwesxaneyên Edenê û Amedê dihat dermankirin, di 30ê meha 10-an ya 2012-an de li Nexwesxaneya Seyrantepe ya Amedê jiyana xwe ji dest da û ji nav me koçkir.

Nivîskar, li Goristana Gundê Nû ya Amedê bi merasîmek hat vesartin. Di merasîmê de ligel helbestvaniya wî ya Kurdî, hestên wî yên netewî yên bêhempa hat hûnendin.

Ligel hêjmareke mezin ya nivîskar, rewsenbîr, siyasetmedar, heval û hogirên wî, ji Basûrê Kurdistanê jî sanda nivîskarên Kurd, di bin serpiristiya Hesen Silêvanî, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ya Tayê Duhokê de besdar bûn.

Di merasîmê de kurê wî, Behram Akay bahsa berpirsiyarî û pêwendiyên wî yên germ ya di nav malbatê de kir.

Di merasîmê de Serokê Saredariya Amedê Osman Baydemîr jî axaftinek kir û dazanîn ku ew bi mrineke weha ya bêwext gelek xemgîn û dilgiran bûne. Baydemîr, bang li hemû gelê Kurd kir ku di dema saxiya wan de xwedî li nivîskar û rewsenbîrên xwe derkevin.

Di merasîmê de çendî axaftinen din hatin kirin û helbestên wî hatin xwendin

Dê sîn li Mizgefta Ehmedê Xanî ya Amedê bi cîh bê.

Dengê Kurdistan

Back to top button