Li KOMKAR Berlînê Civîna Roja Jinên Cîhanê

Di roja 10.03.12 li KOMKAR Berlin (Komela KKH e.V.) Roja Jinên Cîhanê (8tê Adarê) sahî kirin. Jinên Kurd li hev civîn bi gotar, xwarin, vexwarin , mûzîk û dîlan.
Di despêkê de Xanim Firyal Haco bixêrhatin bi zimanê almanî kir ji ber ku jinên alman jî bejdar bûn. Îde li ser tevgera Jinên Cîhanê axivî û spasî Xanim Clara Zetkin kir, ku 8tê Adarê ji sala 1911 ve derxiste cîhanê. Ji hingî ve heta sala îro dibê 101 salîya Jinên Cîhanê. Û pistre di axaftina xwe de hate ser Jinên Kurd ku du caran tade û zordestî lê dibê. Carek eve, ku Jina Kurd weke mêrê Kurd ne xwedî welatekî azad e. Cara din, ku Jina Kurd di malbat û civaka kurdî ya xwedî fikirê konservatif û ev dibê sedema zordestiyê û zilmê ku dikevê pêsiya riya wê de ku xwe bighênê asteke bilind. Lê dîsa jî anî zimên ku Jina Kurd ji berê de xwedî kesatîyeke bi hêz bû û di dîrokê de ev hatiya xuyakirin ku Jina Kurd bû sereka asîra û herema xwe.
Berî ku bigihê dawiya axaftina xwe hate ser mijara sedsaliya Jinên Cîhanê di Adara 2011 de ku Jina Kurd ‘ KOMJIN – jî weke Jinên Cîhanê tevlî Konferensa Jinan li bajarê Karakas li Venezuela, ku nezîkî 8000 Jin ji hemû aliyê Cîhanê li hev civîn û bi dengekî bilind û hêz gazî mafê xwe kirin. Em jî bi navê yekîtiya Jinên Kurd (KOMJIN) li Konferensê besdar bûn û me xwe weke Jinên Kurd û ne Jinên Tirk, Faris û Ereb nîsankirin. Û me peywendiye xwe bi Organizasiyonê Jinên Cîhanê re cêkirin. Di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe da xuyakirin ku di demeke nezîk de roja Jinê di bin siha Kurdistanekê Azad de bi hevre sahî bikin.
Pistre wê gotin da Kak Adir û Xanim Azra û wan li ser tade û cavsoriya ku di malbatê de li Jinê dibê. Herdûwa gotareke gelekî bi rêk û pêk pêskês kirin û her rengê tadê wek mînak tada cinsî, tada aborî, psikolojîk û ya lêdanê dane xuyakirin. Herwiha riyê careseriyê û adresa cihên jinan(Frauenhäuser) ku jin xwe di wan de vesêrin heta bi cih bibin. Di dawiyê de sipasîya Kak Adir û Xanim Ezra ji aliyê Jinan ve li ser vê gotarê ku gelekî bi alîkar û bi rêk û pêk bû hate kirin.
Pistre Buffet hate vekirin û pistî xwarinê programa bi muzîka Hozan Sevgî û govend despêkir. Tistê gelekî xwes di sevê de, ku Jinên Kurd ji her çar parçên Kurdistanê besdar bûn û bi germî bi hevre sahî kirin û bernama sevê bi zimanê kurdî bû.
Firyal Haco
Dengê Kurdistan