Nûçe

Li Mannheimê komîta amadekarîya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê hat avakirin

Ji bo amadekarî yên Festîvala Serxwebûna Kurdistanê ya li bajarê Köln ê 26-08-2017an te li darxistin û pisgirîya Referandum a serxwebûna Kurdistan, li tevahîa bajarên Almanîya komîte hatin avakirin.

Herwiha roja Pêncsemê 15.06.2017an Kurdên bajarê Mannheim yê Almanî û bajarokên hawirdora wê civiyan, da ku ewjî komîtekê li bajarê Mannheim ava bikin.

Di civînê de tevahiya partiyên Kurdistanê û Komeleyên Kurdî li ewropayê, û hin kesên sivîl besdar bûn, û bi yek dengî erênî dan kar.

Komîtê ji hin kesan hat avakirin û di navde du kes ji ciwanên KOMKAR û HAK-PAR hatin hilbijarin.

Yekem civîn Roja 06.07.2017an bi rêve çû, di civînê de andaman fikir û ramanên xwe anîn ziman, û li ser hin mijaran bû erêni, yek ji wan mijaran vekirina Stand ê ji bo agahdarkirina xelkê li ser Fetîvalê û pisgirî ya Referandum.

Herwiha herdû Rejên 12.08-19.08.2017an andamên komîta Mannheim û di navdê ciwanên KOMKAR LUDWIGSHAFEN û HAK-PAR MANNHEIM Standa xwe vekirin û bi ala Kurdistan ya rengîn hat xemlandin.

Li wir t-Shirt yên ku xerîta kurdistan ku bi rengê ala kurdistan ê li ser hatibû çapkirin û belavukên ku pisgirî ji bo serxwebûna Kurdistan ê Herwia dema Festîval ê têde hatibû nivîsandin hat belavkirin.

Dengê Kurdistan – Mannheim
Berzan Ibrahîm

Dengê Kurdistan

Back to top button