Nûçe

Li Stockholmê Konferansek li ser qonaxên dîrokî yên zimanê kurdî hat derbaskirin

Dengê Kurdistan

Prof. Dr. Kadri Yildirim roja semîyê li Stockholmê li ser qonaxên zimanê kurdî konferansek pêskês kir. Konferans ji alîyê ‘Weqfa Çanda Kurdî’ ve hat pêkanîn

Yildirim di destpêka axaftina xwe de, xebatên ku kurdên Swêdê di warê pêsxistin û geskirina zimanê kurdî yê nivîskî de kirine, bilindî nirxand û got xebat û berhemên ku l i Swêdê derketine, bandoreke erênî li ser xebatên pêsxistina zimanê kurdî li nav welêt jî kirîye.

Yildirim herwisa ji dewleta Swêd û gelê Swêd re jî spasîyên xwe pêskês kir. Dûre derbasî mijara xwe ‘Zimanê Kurdî di Qonaxên dîrokî de’ bû.

Prof. Kadrî yildirim mijara xwe bi destnîsankirina zimanê Medî wek zimanê bav û kalên Kurdian dest pêkir. Wî got ku gelek peyvên zimanê medî ku em ji ‘Avestayê’ dizanin îro jî di hemû zaravayên kurdî de hene, xasima di goranî û zazakî de… Yildirim cêrgeyek nimûne ji van peyvan pêskês kir.

Prof. Kadri Yildirim, qonaxên ku ziman û wêjeya kurdî tê re derbasbûne, ji dewra berîya îslamiyetê girt heta roja îro anî. Gelek agahdarîyên ku heta niha nedihatin zanîn yan jî kêm , yan jî sas dihatin zanîn ronî kir. Careke dî hat ber çavan ku çavkanîyên erebî, yên ku bi alfabêta erebî hatine nivîsandin û di serdema me da li ser lêkolîn tên kirin, di ronîkirina dîroka siyasî, dînî û herweha zimanê kurdî de xwedîyê roleke sereke ne.

Di dawîyê de li ser kar û xebatên Înstîtuya Zimanên zindî besa Kurdî (Kurmancî û Zazakî) agahdarî dan. Konferansa Yildirim bi dana bersivên guhdaran gihîst dawîyê.

Dengê Kurdistan

Back to top button