Li Sûrî û Kurdistana Rojava çi dibe?

Van rojana sînorê Sûriyê û Tirkîyê germtir bû. PYD û Leskerê Azad ê Sûrîyê (LAS), bi taybetî Cepha El Nusra, ku besekî LASê ye, ji bo qontrola hin herêmên nêzî sînor, wek Serê Kanîyê û Tel Xelefê serê hevdu dikin.
Besekî medyaya Tirkîyê di derheqa vî serî da dibêje ku, PKK li wî ali sînor, ango li ‘Bakurê Surîyê’ dewletekê çê dike û ji bona vê yekê careke din zengilên tofanê lêdixe. Di vê meddyayê da gelek kesên ku zanin û nizanin wek pispor qise dikin û gelek tistên ecêb dibêjin.
Di vê medyayê da û di warê sîyasetê da hin kes û rêxistinên nijastperest jî, ku bi dijminahîya Kurdan melûl in, van xeberan bir kar tînin û dibêjin bila Tirkîye nesekine, rojkî berê bi ordiya xwe êris bibe wî alî sînor; ango doza ser dikin.
Besek ji Kurdan jî, bi taybetî der û dora PKK, gelek waxt e dibêjin ku wan bi destê PYD herêma kurd rizgar kirîye.
Bi restî rews çawa ye, li Sûrîyê û Kurdistana Rojava çi diqewime?
Dema hûn li rojname û têlevîzyonên Tirk dinêrin, wekî PYD li Rojava rêxistina sereke ye û temamîya herêma Kurdan di bin destê wê da ye. Heya hin kes dibêjin ew partîyên Kurd ên din li vê herêmê ji PYD cuda bûne Lê ev gotinên han ne rast in.
Tevgera Kurd li Sûrî gelek kevn e. Hin partiyên Kurdistana Rojava xwedi emrekî 50-60 salî ne. Partîya Demokrata Kurd li Sûrî (PDK-S) di sala 1956’da di bin serokatiya sîyasetmedar û nivîskarê Kurd Osman Sebrî da ava bû. Yek ji avakirên vê partîyê, Hemîdê Hecî Dewrês, hingê di zanîngehê da xwendekar bû û nuha jî ku emrê xwe gihaye 80 salî, dîsa wek serokê Partî Demokratî Pêsverû ya Kurd li Sûrî (Partîya Pêsverû) di sîyasetê da dîsa aktîf e.
PDK-S di zeman da nav xwe da parçe bû, çend partiyên teze çêbûn ku di nav gel da xwedî hêz in û eger hilbijartineke demokratîk çêbe ji PYDê zêdetir dikarin temsîla Kurdan bikin.
Di 60-70 salên dawî da tevgera kurd li Sûrîyê kar û xebateke bas kir û xwedî tecrubeyeke mezin e
Lê PYD di van 10-12 salên dawî da, di dema ‘pêvajoya Îmralî’ da û gor daxwazên Ocalan çêbû. Berê Rêxistineke bêtesîr bû. Serokê wê Salih Muslîm ji ber ku ne dikaribû li Sûrîyê bimîne, li Moskowayê penaber bû. Lê van sê salên dawî ku ‘Bihara Ereban’ dest pê kir û pêlên vê serhildanê giha Sûrîyê, hingê rejîm kete tengasîyê, hukumeta Sûrî gazî wî kir, qontrola herêma Kurdan da destê PYD. Ango PYD vî karî bi agahî û daxwaza hukumeta Sûrî dike. Dewleta Sûri, roleke usa bide PYDê jî, berpirsîyar, lesker û mixaberata xwe ji herêmê ne kisandîye. Bi vî awayî dixwaze rê nede Kurdan ku ew dijî hukumetê rabin, jê ra serêsîyan çêkin.
Ji ber vê, ev gotinên ku PYD herêma Kurdan rizgar kiriye ne rast e. Ev tistên ku bi destê PYD dibin bi haya hukumeta Sûrî û gor daxwazên wê ne.
Pistî vê lihevkirinê, qasî 1500 gerîllayên PKK kû bi eslê xwe Kurdên Rojava ne, ji Qendîlê derbazî herêmê bûn; bi vî awayi hêz û tesîra PYDê mezin bû. PYD ta ji destpêkê rê neda ku Kurd dijî rejîma Esed rabin, heya êris bire ser Kurdên hanê. Wek kustina Misel Temo.
Partiyên Kurd ên dinê di navbera xwe da bi navê Enîya Neteweyî ya Kurdên Sûrî (ENKS) yekitîyek çêkiribûn. Ev enî dijî rejîma Esed serî hilneda, ango serê çekdarî ne kir, nexwest ku Kurdistana Rojava bibe warê ser û sewatê. Lê doza mafê Kurdan kir. Ew jî herêmeke federal yan jî otonom bû ji bo Kurdan.
Serokê Herêma Kurdistana Fedaral birêz Mesûd Barzanî, ev herdu alî, ENKS û PYD anî ba hev, di navbera wan da bi navê ‘Desteya Bilind’ yekitîyek çêkir. Ji vê armanc ew bû ku Kurd serê hevdu nekin û hêza xwe bikin yek. Lê PYD û pistgir û rêrastkirê wê PKK guh nedane qeîde û esasên vê yekitîyê. PYD rê neda ku kadr û mîlîtanên partiyên dinê ji Basûr vegerin Rojava. Gelek caran zor û zext li wan kir, ew zîndanî kirin. Kurdên herêmê dijî van zulm û neheqiyan derketin, xwepênîsandan çêkirin. Lê PYD heya rê neda van protestoyên astîxwazane. Li vê dawîyê li bajarê Amûdê xelk gulebaran kir û gelek kes hatin kustin û birîndar bûn. Navenda PDK hate xirabkirin. Raya gistî haya xwe ji van tistan heye.
Xuya ye sîyaseteke PYD ji bo yekitîya Kurdan tune. Hêzeke ku bixwaze welat azad bike, divê berî hertistî yekitîya hêzên welatparêz çêbike. Lê PYD dixwaze hukma xwe li ser Kurdên herêmê çêke û rê nade kar û xebatên wan. Hukumeta Surî jî ji xwe vê yekê dixwaze.
Pêvendîyên PYD û mixalefeta Ereb, ango Leskerê Azad ê Sûrî, ta ji destpêkê ne bas bû. Vê dawîyê jî ew, bi taybetî bi El Nusra ra, ku hevalbendê El Qaîde ye, li ser qontrola hin herêmên der û dora sînor bi hevketin. Ev yek her usa jî gor daxwaza hukumeta Sûrîye ye. Rejîma Esed li herêmên dinê bi destê ordîya xwe serê mixalefetê dike, li kurdistanê jî ev kar û bar daye PYD.
Em bên sîyaseta Tirkîyê Gelo ew çi dike û tesîra wê li ser van bûyeran çi ye?
Wekî tê zanîn, Tirkîyê li destpêkê xwest ku Esed bi destê xwe hin reforman bike û bi nermayî dev ji hukum berde. Lê Esed evtist nekir û Tirkîye bi eskere dijî wî derket û pistgirîya mixalefetê kir. Hingê pêvendîyên herdu dewletan xirab bûn.
Mixalefeta Sûrî bi gelek reng e, lê xeta Îslamî tê da xurt e. Di refên wê da Ixwan-î Muslîmîn û hin hêzên radîkal, wek Cepha El Nusra hene. Ji ber vê ye ku Amêrîka û dewletên Ewrûpa Xerbî dûr disekinin, bi xurtî alîkarîya vê mixalefetê nakin; bona vê jî ser dirêj dibe.
Tirkîye pistgirîya vê mixalefetê dike, wan dihêwirîne, rê dide wan û di warê lojîstîk da alîkarîya wan dike, lê naxwaze ku Kurd bibin xwedî statûyeke xwemuxtar yan jî federal; ji guhartineke han ditirse. Tirkîyê di destpêkê da xwest ku Enîya Kurdên Rojava (ENKS) di nav mixalefeta Ereb (LAS) da cî bigre. Li vê dawîyê jî ku bi riya Ocalan ‘Pêvajoya Çareserîyê’ dest pê kir û PKK ser rawestand, Tirkîyê xwest dîsa bi riya Ocalan pêvendîyên hukumeta Esed û PYD qut bike û wê bikisîne nav refên mixalefetê. Lê ji ber ku him helwesta LASê di heqê Kurdan da hisk bû, him jî PYD nexwest pêvendîyên xwe bi hukumeta Sûrî ra qut bike, ew xebat bi ser neket. Bona vê yekê di serê dawî da hukumeta Tirkîye pistgirîya El Nusra kir.
Digel vê jî di medyaya Tirk da hin nivîskar û sirovekar ku nêzî hukumetê ne, dijî semateya wan kesan derdikevin, ew kesên ku tirs û xof belav dikin û dibêjin PKK dewletê çê dike Ew dibêjin ji bo tirs û xemeke han sebep tune, hertist gor ‘pêvajoyê’ dimese, tistê ku li vê herêmê dibin di bin qontrola hukumeta Tirkîyê da ne; ango wekî tistên Ku PYD dike jî hayê wan jê heye
Meriv ji gotinên han dikeve sikê. Gelo di vê navberê da çi qewimî? Nebe ku PYD jî gor gotin û siretên Ocalan helwesta xwe guhartibe, ji Sûrîyê dûrketibe û nêzî Tirkîyê be?.. Lê eger tistekî usa bibaya PYD û El Nusra serê hevdu ne dikir.
Xuya ye, li Suriyê û Kurdistana Rojava rews gelek tevlihev e û sîyaseta rêxistinên Kurdan jî di vê tevlihevîyê da sikil digre.
Lê tistek gelek eskere ye. Tirkîye naxwaze ku Kurd xwedî statûyekê bin. Mixalefeta Ereb jî usa ye. LAS jî ne razîye ku Kurd di dahatûya Sûrîyê da xwedî statûyekê bin, çi xwemuxtarî, çi federalî. Eger rejîma Esed hilwese û ev mixalefet cîyê wê bigre Sûriye dîsa nabe welatekî demokrat. Hingê êhtimaleke mezin e ku hukmê teze zorê li Elewîyan, li Xirîstîyanan, li Kurdan û li hêzên sekuler bike û ew ser û sewat berdewam be, heya zêdetir be.
Rejîma Esed bi xwe jî li himber Kurdan ne dilpak e. Ew alîkarîya ku dide PYDê taktik e, da ku bikaribe ji vê qonaxa teng derbaz be. Eger bi serkeve, hingê hewcedarîya xwe bi PYD namîne û êhtimalek e mezin e ku careke din ji PYD û Salih Muslîm ra rê nîsande
Bi kurtahî li rojava rews bas nin e. Lê eger Kurd, bi taybetî jî PKK û PYD dev ji vê sîyaseta sas berdin û siyaseteke rast bidin pêsîya xwe, Kurd dikarin ji vê neqeba teng derbaz bin û li vî parçeyî jî azad bin.
Divê PYD bas bizanibe ku bawerî bi hukumeta Esed nabe. Çawa Ocalan dema li Sûrîyê bû û bawerî bi vê dewletê anî, lê dawî ji wir hat derxistin, nuha jî dikare ev tist bê serê PYD. Divê PYD bi partiyên Kurd ra îttîfaq çêke, ne ku li wan zor û zextê bike. Serketina Kurdan li vî parçeyî bi yekitîyeke han, yeke bi dil û demokratîk dibe. Wekî din him PYD, him jî Kurd bi tevayî winda dikin.
Lê PKK û PYDya ku em dizanin gelo vî tistî bikin, helwesteke usa welatperwer bigrin? Zanim ew ne hêsan e û wek mûcizeyekê be; lê hêvî û daxwaza me ev e.
Der û dorên Kurd jî divê bi enformasyonên ne rast nexapin, bi wan gotinên ku PYD filan der zeft kir, filan der azad kir, neyên cosê; divê bizanin rews çiqas tevlihev e, realîst bin û nebin pistgirê sasî û xeletîyên teze yên PKK-PYDê.
Divê kes ji bîr neke, ev ne cara pêsîn e ku ev heval ewqasî pesn û senaya xwe didin, tistan mezin dikin. Wana di dema borî da jî gelek caran bi gotinan Kurdistana Bakur azad kirin, ‘Hukumeta Botan-Badînan’ avakirin û li dor Çemê Qendîlê ‘Komara Zap’ jî çêkirin û bi van tistan gelek pesna xwe dan. Lê dawi çi bû li ber çavan e
Em bên ser helwesta Tirkîyê
Di medyaya Tirkîyê da û di nav rewsenbîrên wan da hin dengên makûl jî derdikevin û dibêjin ku, ew xeber û semateyên han di heqê van bûyeran da û ew tirs ne li cî ye. Eger Kurd li vê herêmê statûyekê bistînin ew ji bo Tirkan ne xeter e, ne dawîya dinê ye. Bi rastî jî usa ye. Dema Kurd bigihîjin heq û azadîyên xwe, Tirk çima bitirsin, çima aciz bin? Tu zirara vê yekê ji Tirkîyê û ji gelê Tirk ra tune.
Eger dewleta Tirk ji tirs û xema ku Kurd li vê herêmê bibin xwedî statûyekê, yan jî ji ber hêrs û qehra dijî hukumeta Esed, pistgirîya hêzên radikal wek El Nusra bike, ku terorîzm ji xwe ra kirine metodê esasî, yan jî guh bide hin der û dorên serxwaz û êrîs bibe wî alî sînor û destê xwe bike vî serî, ev dibe sîyaseta herî sas, serêsîyeke mezin çêdike him ji bo Tirkîyê him jî bo hemû gelên herêmê. Sîyaseta herî rast ji bo Sûrîyê ev e ku, Tirkîye kar û xebat bike da ku li Sûrîyê ser bisekine, destûreke teze û demokratîk bê çêkirin, hilbijartineke gistî çêbe, ango sazîyeke demokrat avabe li vî welatî. Herçî gelên curbecur ku li vî welatî dijîn, wek Erebên Sunnî û Elewî, Kurd, Xirîstîyan û Durzî xwedî heq bin. Ango ew Surîyeke demokrat û federal e.
Eger Tirkîye dixwaze rojkî berê asitî were vî welatî, divê sîyaseteke gor wê bi rêva bibe û heq û azadîyên hemû gelan bide ber çavan.
23 Tîrmeh, 2013
K. Burkay