Li Washington John Kerry pêswaziya sanda Herêma Kurdistanê kir

Roja 02/07/2014 sanda Herêma Kurdistanê ku ji birêz Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Peywendiyên Derveyê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn li gel birêz John Kerry Wezîrê Derveyê Amerîka civiya.
Di destpêka civînê de Wezîrê Derveyê Amerîka xweshaliya xwe bi serdana sanda Herêma Kurdistanê ya Amerîka nîsanda û ji bo wê pêswaziya germa ku heftiya derbasbûyî li Hewlêrê li wan hatibû kirin spasiya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî kir.
Wezîrê Derveyê Amerîka kurte behsekî di derbarê encama serdana xwe ya Bexda û Herêma Kurdistanê pêskês kir û tîsk xiste li ser pêshatên dawî ya Iraqê û tekez kir ku pêwîste hemû alî besdarî berev pêsvebirin û binyatnana proseya siyasiya li Iraqê bikin û daxwazkarbû ku hemû aliyek li çarçêweya Parlemenê bikarin ku her sê Serokayetiyên li Iraqê pêkbînin bo ku ji vê qonaxa metirsîdar derbas bibê û rûbiruyê terorîstan bibin heta asayîs û aramî vegerênê Iraqê.
John Kerry bi sanda Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îdareya Amerîka agahdarî dîroka xebata mîlletê Kurde û ji daxwaz û hêviyên wan têdigihîn, heman demî de tekez kir ku rola Kurd bi girîng wesif kir ku heta niha besekin li serxistina proseya siyasiya li Iraqê û bi taybetî jî Herêma Kurdistanê.
Li beramber da Fuad Husên ji bo wê pêswaziya germa ku li wan hatiye kirin spasiya Wezîrê Derveyê Amerîka kir û xweshaliya xwe derbirî ku pistî serdana wan ya Hewlêrê dûbare wê derfetê ji bo wan rexsandiye.
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi têr û tije behsa guhertinên dawî ya qada siyasiya Iraqê kir û bi Wezîrê Derve re ragihand ew guhertinên ku pistî 09/06/2014 dirust bû rastiyeke nû aniye pêsve û pêwîste bi siyaset û nêrîneke cûda muamele li gel pêvajoyê de bê kirin. Her wiha ragihand ku rews dixwazê Herêma Kurdistanê dû aliyan ve biçe. Yekem: Kurd berdewam bê li dîtina rola xwe ya serekî ya ji bo serxistina proseya siyasiya li Bexda û çareserkirina kêse û wan aloziyan.
Duyem: Kurdistan berdewam bê li parastina sînorên Herêma Kurdistanê û her wiha berev pêsvebirina warên aborî û asayîs û binyatnana damezraweyî û xwe amadekirina mafê çareya xwenivîsîn.
Her li vê hevdîtinê de danustandina bîr û ramanan kirin ku behsa serxistina proseya siyasiya Bexdayê kirin û her wiha xwe amadekirina yek alî kirina aloziyên li Bexda û diyar kirina postên Serokayetiyan hate kirin.
Di derbarê tevgerên terorîstan û berfirehkirina wan navçeyên ku dest li ser da girtine, sanda Herêma Kurdistanê tekez kir ku ji bo parastina Herêma Kurdistanê dijî terorê radiwestin.
Wezîrê Derve sanda Herêma Kurdistanê dilniyakir ku Amerîka amadeye pistgîriyeke tevahî li Herêma Kurdistan û Iraqê bike ku rû bi rûbuna teror û nehistina wan ya li navçeyê da bike.
http://www.krp.org/
Dengê Kurdistan