Li Zürichê konferansa ‘Li Kurdistanê Jin’ hate lidarxistin

Bi minasebeta 8. Adarê roja jinên cîhanê li Zürichê li ser mijara “li Kurdistanê Jin” ji alîyê Insîyafiva Kurd li Swiss ve panelek hate li darxistin.
Di panelê da feminist û anarsîsta kurd Hatîce Yasar, endamê yekbûyîyê demokratî kurd li surî Yekîtî û ji Partî Demokratî Kurdistan Iran kek Namdar axifîn.
Bi rêz Sebah Yakub di axaftina xwe da li ser rewsa jina kurd li rojavayê Kurdistanê rawesta û da zanîn ku, di cavata kurdan da jin bi qedr û qîmet e, jina kurd bi jinbûna xwe serbilinde û xwe ji mêran kêmtir nabîne. Di dîroka kevnda berya olayîyên yek xweda da bawerîya kurdan bi sê xwedawenan(ilahe) hene ku ev xwedawena ciwanî û xwesikîyê, xwedawena sênayîyê û xwedawena hezkirinê ne û ev her sê ilah jî jin in.
Di zimanê kurdî da gotina jin û jîyanê nêzîkê hev e, jin jîyan e û eger jin tunebe jîyan jî tune dibe. Di civatê da jin cikas pêsbikeve civat jî evqas pêsdikeve. Di civata kurdan da mêr nebûne asteng li pês pêsketina jinan, lê dewleta Surî astenge li pês azadî û pêsketinê. Wekî mînak min li zanîngeha samê besa dîrokê xwend, lê izna min tune ku ez di demûdezgeyekî fermî da kar bikim, divê ez jî wekû xwiskên xweyên din li nav zevîyê da karê candiniyê bikim. Li rojavayê kurdistanê kurd idara xwe bi karê candinîyê dikin, fabriqe li welatê me tune ne, em di nav erdan da kar dikin, eger em tehsîla bilind jî bikin mafê me tune ye ku em di dem û dezgayên fermî da kar bikin.
Di nav civaka kurdên rojava da cûdayetî di nav jin û mêran da tune, jin di sayîyan da serkês e, serkêsîya tevgerê jî dike, di malê da kebanî û malxwe ye, karê malê, perwerda zarokan di destê jinê da ye. Jina kurd di tevgera rizgarîxwaza azadîya Kurdistanê da cîyê xwe girtîye.
Pirgirêkên jinên kurd jî hene, yek ji van pirsgirêkan ev e ku xortên kurdan tevli sêrê cekdarî bûn û cûn ciya, kec di mala bavên xwe da man, denge xirab bû û hejmara jinan zêde bû.
Pirsgirekekî din jî nîzama rejima Surîyê ye. Jin ji alîyê rejîmê ve ji mêran zêdetir teda dibînin, ji ber kurdbûna xwe teda dibînin, zimanê me qedexe ye,û em nikarin li zanîngehê besa rojnamevanîyê û zanyarîya Sîyasî bixwînin.
Pistî axaftina Sebah Yakûb Hatîce Yasar nêrînên xwe anî ziman. We diyar kir ku ev 200 salin li welatê me serê azadîyê didome, jina kurd jî besdarê serê azadîyê dibe û ji mêran zêdetir zehmetê dikêse, lê xwedîyê soresê mêr bûne û xwestine ku jin li gor sertên ku mêran danîye tevbigerin.
Dema Sedam da kurd hatin enfal kirin 182 hezar kurd winda bûn, rejîma iraqê kecên 9 salî komkirin û birin firotin. Me insîyatîvek amadekir bi navê “em kecên xwe dixwazin”. Em dizanin ku ew kecên me hatin firotin û ev 20 sal in ku ew her roj dimirin, em dixwazin kecên xwe rizgar bikin.
Pistî birêz xecê Kek Namdar li ser rewsa jina kurd li rojhilatê Kurdistanê rawesta û da zanîn ku civat ji jin û mêran pêk tê. Cîyekî teybetê jinan di nav civatê da heye. Jin dayke û herdu cinsan perwerde dike.
Rejîma cumhûrî islamî mafê jinê binpê dike, jinan dike lîstokê mêran. Wekî mînak li îranê zewaca ji bo 5 seatan anjî rojek tê kirin.Di bin sîyaseta olida ev sîyaseta qirêj tê mesandin. Cumhûrî islamî naxwaze ku welatême azad bibe û aborîya Kurdistanê bas bibe, ew siyasetekî wa dimesînin ji bo ku insan feqîr bin, duwakevtîbin da ku nikaribin dawa mafên xwe bikin.
Bawerîya me bi mafê jinê heye. Ji vir 70 sal berê di komara Kurdistanê da Yekîtîya jinan hate damezrandin, yeksanîya di nav jin û mêran da hate parastin. Mêr divê palpistî mafê jinê be û ev jî li mala xwe dest pê bikin.
Navê wetan navê daykê ye, ziman zimanê daykê ye, jina kurd jî divê zimanê kurdî biparêze. Li rojhilatê kurdistanê jî perwerda bi zimanê kurdî qedexe ye.
Pistî axaftinan ülkü can bi mizika xwe denge xwe yê delal dilê besdarvanan xwes kir.
Dengê Kurdistan