Liqê ENKS li Swêd jî hat damezrandin

22-09/2012-Stockholm/ Encumena Nistimanî ya kurdên Kurdistana Rojava (Suriyê) li Swêd liqê xwe yê Swêdê damezrand. Di roja 22ê îlonê 2012a de li Stockholmê kongreya damezrandina liq bi besdariya aligir û dostên hemû partiyên ENKS pêkhat. Ji herderê Swêd nûnerên Encumanê hatin vê komcivîna giring. Di komcivînê da aligir û dostên hemû partiyan bi hevra ji bo xebata siyasî û dîplomatî rêve bibe komîteyeke hevbes hilbijartin.
Komcivînê bi sirûda ‘Ey Reqîb’ û rawestina rêzgirtina ji bo sehîdan dest pê kir. Di civînê de nûnerên partî û rêxistinên besên Kurdistanê yên din jî besdar bûn û pistgiriya xwe nîsanî tevgera azadiya Kurdistana Rojava dan. Siyasetvan û nivîskar Kemal Burkay jî besdarî komcivînê bû û li ser daxwaza dîwana rêvebir ya civînê axiftinek pêskês kir. Burkay careke din raya xwe li ser pêwîstiya avakirina Suriyeke Federal û Demokratîk anî zimên. Wî got ku kurd li vir dikarin bigihîjin statuyeke nêzîkî ya Kurdistana Basûr. Ev mafê gelê Kurd e. Ji bona bi destxistina vî mafî hewcedarî bi hevgirtin û yekitiya hêz û kesên welatparêz heye. Firsendeke dîrokî bi destê gelê me ketiye divê ewê bas bi kar bînin.
Di civînê de,rol û helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pirsa hevgirtina neteweyî ya Basûrê Rojava de, bi hêjayî hat nirxandin.
Dengê Kurdistan


