Nûçe

Sehîd Dr. Sadiq Serefkendî li Stockholmê hat bîranîn

22-09/2012- Stockholm- Sekreterê gistî yê Partî Demokratî Kurdistanî (îran) ê berê sehîd Dr. Sadiq Serefkendî û hevalên wî Fettah Abadî û Homayûn Erdelan îro li Stockholmê hatin bîranîn. Ji bo bîranîna hersê sehîdên Kurdistanê ku di 17 îlona sala 1992a li Berlînê ji alî hukumeta kevneperest û terorîst a Îranê hatibûn kustin, civîneke bîranîn û yadkirinê hat derbaskirin.

Nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên kurd û swêdî jî besdarî civînê bûn û gotar xwendin. Li ser navê Partiya Sosyal Demokratên Swêdî siyasetvana naskirî ya dosta gelê kurd Mona Sahlîn û nûnerên partiyên swêdî yên din qisekirin. Siyasetvan û nivîskar Kemal Burkay jî besdarî civînê bû û li ser xebata azadiya gelê kurd bi gistî û ya rojhilatê Kurdistanê bi taybetî sekinî.

Burkay got ku rejima Îranê ya zordest bawer dikir ku ew ê bi terorê û kustina rêberên hêja, kadroyên jêhatî wek Avdilrehman Qasimlo û Dr. Sadiq Serefkendî û yên din dengê gelê Kurd bibirrin û tevgera azadiyê vemirînin. Lê hema ev civîna îro bi xwe nîseneke ji wê yekê ra ku gelê me dev ji doza azadiyê bernade û xurtir pêsda diçe. Burkay, li ser bayê guherandinê ku îro li Rojhilata navîn berdewam dike, axifî û got nuha rejima zordest ya Surêyê li ber sêmîka rûxandinê ye, û rejima Îranê jî wê biheje. Firsendên dîrokî li ber gelê Kurd vebûne. Bivê nevê gelê kurd wê azadiya xwe bi dest xîne.

Pistî axaftin û xwendina mesajên Komîteya Hevkarî, Federasyona Komeleyên Kurdistan û gelek partî û rêxistinên din, Kemal Burkay, Mona Sahlîn û xanim Sîkofa Qubadî wek sê axifêvanên sereke yên civînê hatin vexwendin ser dikê ji bo wergirtina gulên sipasiyê. Civîna yadkirina sehîd Dr. Sadiq Serefkendî û hevalên wî Fettah Abadî û Homayûn Erdelan bi serfirazî derbas bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button