Mesa Newrozê ya bi meshale li Dîyarbekirê

HAK-PAR rêxistina Amedê û Partîya Azadîya Kurdistê (PAK) bi hevre li Amedê Mesa Newrozê ya bi meshale kirin.
Mesa Newrozê de gelek kes besdarî bûn û alayên Kurdistanê û flamayên partîyan hatin vekirin. Caddeyên Dîyarbekirê bi mesale û alayên rengîn hatin ronîkirin, dirusmên ‘Bijî Newroz’, ‘bijî azadî’olan da.
Di dawîya vê mesa rengîn û watedar de, nûnerên partiyan gotar xwendin. Pistî ku li ser navê PAK Servan Aba û yê HAK-PARê Vasif Kahraman, serokê saxa Amedê gotar xwendin, çalakî bi dawî bû.
Di dawîya çalakîya Newrozê de, Vasif Kahraman li ser navê HAK-PARê ev daxuyanî xwend:
HEMU ROJÊN WE NEWROZ,NEWROZA WE HER PÎROZ
‘Cejne, cejne / Cejna Kurdistane/ Cejna Newroze./ Bi tîskê agir dinivsim: Cejin piroz be/ revîya agir hêza canê min e./ Bawerîya azadîya Kurdistana min e.’
Hevwelatîyên Hêja, gelê Kurdê azadîxwaz,
Newroz hat.îro Newroze u ji bo Kurda Newroz rojeke pîroze. Ji bo Kurdan Newroz peyman u soze. Kurd du hezar u pênsed sale kut ê pîroz kirin.Newroz ji bo Kurda roja berxwedanê ye, roja rizgarîyê ye.
Cejna netewî a gelê Kurd îsal di rojên dijwar de derbas dibe. Kurdistan ji çar alîyan ve, dibin zilm u zordarîyê de dinale.Terorist u çeqel çehv berdane Kurdistanê u dixwazin Kurdistanê bikin goristan.Gelê Kurd bi gernasî liber xwe dide u nahêle ku careke din ewrên res u tarî bi ser Kurdistanê ve bigrin.
Kurd jî roh u canê Newrozê hêz u qewetê distînin.
Newroz; di xewna me Kurdan de, ji raza Zerdestê kal, hêvî û daxwazek e..
Lewra Newroz,rojeke nûye ku rênîsanderê azadî u serxwebûnê ye.
Newroz giyaneke nûye,xwina bedenê dikelîne.
Newroz ji bo Kurda vîneke nûye,helwest u daxwazên Kurda bibîr tîne.
Newroza Kurda evîneke nûye ev evîn, handerê dilsahîyêye.
Newroz, sahî u xwesîyê diwesîne.
Newroz dileke nûye,ji xirabî u resîyê dil xwe diso,dilê pak u xawên bastir pêserojê dibîne.Newroz rast derketina xeyalên Kurdane.Newroz ji bo Kurdan, raz u miraze.
Newroz ji bo gelê Kurd jiyaneke nûye ku nîrê zordestîyê diskê, bindestî radibe u bayê azadîyê li seranserê welat dibare.
Newroza Kurda cîhaneke nûye ku di wê cîhanê de zilm u zordarî tune, azadî, wekhevî u dilsahî heye, kêf u seyran heye, sahî u dîlan heye.
Newroz, sondeke ji bo hemu Kurdekî. Newroz, exteke, qewleke u bextêke..
Di gel azadîyek seranser, serbilindî, bextewerî u kamranî ,para we bî..
Bi hêviya ku, mebest û daxwazîyên dilê me, pêk werin.
Hîvîdarim ku Kurd ,bi mirazê dilê xwe sa bin.Kurdistanek azad u serbilind çêbe.
Kurd bi Newrozê sanaz u kûbarin.Lewra Newroz nîsana berxwedana Kurdane.
Sed silavên rengîn ji rengê Newrozê.
Newroza we pîroz be. Hemu rojên we,wek Newroz bin.
PARTÎYA MAF U AZADÎYAN ‘HAK-PAR
NAVENDA GISTÎ
Dengê Kurdistan