Mesaja Newrozê ya Kemal Burkay

Newroz pîroz be!
Gelê Kurd di hemû parçên Kurdistanê da û li der welat newroza 2014 pîroz dike. Li Kurdistana Basûr di rewseke azad da pîroz dike. Lê li parçeyên din rews cuda ye.
Li Bakur jî ev salek e ku sîleh bêdeng in. Ew ew tistekî bas e û gelê Kurd cejna Newrozê di rewseke han da pîroz dike. Lê mixabin li Bakûr hîn pirsa Kurd çareser ne bûye. Pêvajoya ku jê ra tê gotin ‘çareserî û asitî’ hîn ne gihaye encameke bas.
Li Rojhilatê Kurdistanê zulm û neheqiya li ser gelê Kurd berdewam e. Di Rejîma Meleyan da guhartin tune.
Li Sûriyê û Kurdistana Rojava jî ser berdewam e. Sûriye ser û bin bû, bi sedhezaran kes hatin kustin, bi mîlyonan kes koçber bûn. Kurd jî ji vî serê bê eman para xwe distînin.
Hêvî û daxwaza me ew e ku rewsa van hersê parçên Kurdistanê (Bakur, Rojhilat û Rojava) jî rojkî berê bê guhartin, gelê Kurd bigihîje azadiya xwe, cejna xwe di rewseke azad da, di asitîyê da pîroz bike.
Em ji bo vê yekê kar û xebat dikin. Ji bo welateki azad û aram.
Bi vê hêvî û daxwazê cejna Newrozê ya hemû Kurdan û gelên cîran pîroz dikim, ji bo herêmê azadî û asitî dixwazim.
Kemal Burkay
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan
21 Adar 2014
Dengê Kurdistan