Nûçe

PSK: Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be!

Cejna Newroz wekî cejna biharê û destpêkirina sala nu jî aliyê gelên Iranî û Asyayê Navîn tê pîroz kirin. Lê belê Cejna Newroz ji bona gelê Kurd her usa cejna serketina gel bi ser zilm û zordariyê ye. Ango li ba Kurdan Newroz roja yêkitî, xebat û serketîn e. Gelê Kurd di encama yekitî û xebata xwe de, desthilata Zehakê zordar ruxandine û serketina xwe bi vêxistina agirê ragihandiye û roja serketînê, ku roja destpêka sala nu ye, wekî cejn pîroz kiriye û dike.

Di seranserê dîroka me de zordarî û dagirkerî bi ser welatê me girtiye. Gelê Kurd di bin zilma dagîrkeran jiyaye lê belê serê xwe li ber dijmin neçemandiye, her tim li hember neyarên xwe berxwedaye. Hêviya gelê Kurd bo azadî û serbestî çu caran sist nebûye, lewma jî her sal 21 Adarê, li ser çiyayên Kurdistanê, li ser banê xaniyan agir vêxistiye, agirê Newrozê ges kiriye.

Pir mixabin di sedsala 21’an da jî gelê Kurd li seranserî Kurdistanê bi temamî azad nebûye. Xebata gelê me li Kurdistana Bakur, Rojhilat û Rojavayê Basur her berdewam e. Di van parçeyên welatê me da, gelê me li hemberê zilma netewî û bi destxistina mafên xwe yên rewa bê westan kar û xebat dike. Zilma dagikeran nikariye û nikare hestên azadî û serbestiya gelê me biskene.

Li Kurdistana Basur jî gelê Kurd, bi bin pêsengiya Serokatiya Siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bona parastin û pêsvebirina desketiyên netewî xebat dike, li hember dek û dolavên hikumeta merkezî ya Îraq û dewletên dagîrker berxwe dide.

Bi gotineka dinê pîroz kirina cejna Newrozê bi gor naveroka xwe ango di bin dirusma ‘yêkitî, xebat û serketîn’ê da, îro jî pêwîst e.

Werîn di Newroza 2714’an da destê xwe bidine hevudu, jî bona azadiya welatê xwe xebat bikin!

Werîn di Newroz îsal da bona nasandina mafên netewî û demokratîk û rewa ya gelê me, milê xwe bidine hevdu!

Werîn ji bona çareser kirina kêseya Kurd li ser bîngeha wekhevî û bi siveyê asitiyane hevsenger bin!

Werîn Cejna Newrozê bi gor naveroka xwe pîroz bikin, ji bon serbestî û asitî û bexteweriyê yek bin, berxwe bidin, xebat bikin û serkevîn, daku welatê me azad gelê me bextewar be!

Bijî xebata gelê Kurd ji bona azadî û asitî!

Bijî Newroz!

Hemu Rojên We newroz, Newroza We Pîroz Be!

19 Adar 2014

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Dengê Kurdistan

Back to top button