Partî û rêxistinên kurdî li Berlînê banga kombûnê li ber balyozxaneya Emerîkî ji bo pistgiriya serxwebûna Kurdistanê, dikin

Em bangî revenda kurdî li Berlînê û der û dorên wê dikin bo tev li me bibin di mangirtina li hember balyozxaneya Emerîkî li Berlinê. Heta aniha helwesta hikûmeta Emerîkî ji serxwebûna Kurdistanê diyar nebûye û hemu daxwiyaniyên Emerîkî ne zelal in. Çinku Emerîka bi hêztirîn dewlet e di dunyê de, lewra em doza pistigiriya projeya serxwebûna herêma Kurdistanê li wê dikin û em dixwazin ku hemu hinera bi kar bîne bo pêkanîna vê pirojeyê, nemaze ku hikûmeta herêma Kurdistana Iraq û li gor 20 salên derbasbûyî çesipand ku ew li gor rêvebirina dewletek serbixwe ye. Em dibînin ku avabûna Kurdistanê a serbixwe û hêmaneke alîkar be di aramiya nakokiyên dînî û nijadî di rojhilata navîn de, û wê bibe hokerekî hêminiyê. Em kurd gelekî nêzîkî pêkanîna xewna xwe a dîrokî di avakirina dewleta xwe a serbixwe û demoqrat bûne ji bo wilo hemû kesên ku dixwazin ev xewn bibe rasteqînî, em wan vexwendî mangirtinê li hember balyozxaneya Emerîkî li Berlînê, dikin.
Dem: Roja semî 12.07.2014
Demjimêr: 15:00
Navnîsan: Brandenburger Tor, li hemebrî deriyê sereke ê balyozxaneya Emerîka.
– Partiya Demoqrata Kurdistanî Iraq- Berlîn
– KOMKAR-Berlîn
– Sepêla pêseroja kurdî li Sûrî- rêxistina Ewropa
– SOZIK
Dengê Kurdistan