PARTIYA MAF Û AZADIYAN (HAK-PAR) SERDANA OFÎSA SIYASÎ YA PDKYÊ KIR

Îro roja Yeksemê, Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) ji bo danûstandinên bi partiyên parçeyên din re, bi serektiya Letîf Epozdemîr (Serokê Gistî), Zana Sezen (Cîgirê Serokê Gistî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Pasa Akdoxan (Cîgirê Serokê Gistî), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kus (Endam), Ebdullah Oflas (Endam) û Mihemed Oflas (Endam) serdana Ofîsa Siyasî ya PDKyê kir.
Ser navê Ofîsa Siyasî ya PDKyê, Fazil Mîranî (Sekreterê Ofîsa Siyasî ya PDK), Azad Berwarî (Endamê Ofîsa Siyasî), Rêbwar Yelda (Endamê Ofîsa Siyasî), Elî Hisên (Endamê Serkirdayetiyê), Arif Rusdî (Sêwirmendê Ofîsa Siyasî), Ehmed Mayî (Ragihandina PDKê) û Nizar Botanî (Berpirsê Pêwendiyên PDKê) pêswaziya sandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên çar parçeyên Kurdistanê, xurtkirina têkiliyan û rêzgirtina xebatên parçeyan hate kirin.
Serokê Gistî Letîf Epozdemîr jî agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewsa Bakurê Kurdistanê da.
Letîf Epozdemîr cext li ser parastin û xwedî lê derketina statuya Herêma Kurdistanê kir.
Letîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de qala astengiyên navxweyî, rewsa dengdêrên Kurd yên li Bakur kir û got, mixabin Kurdan heta niha dengên xwe nedane xwe. HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîsaneke neteweyî de kom bike, ji bo vê yekê jî di nav xwe birêxistinkirineke berfireh de ye.
Fazil Mîranî ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) re xwest.
Serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi germî û kêfxwesî bi dawî hat.
NIVSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ A PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN/ HAK-PAR
Dengê Kurdistan