PDK-S li Kopenhagê hevdîtinek li gel PSK’ê pêk anî

Di roja 13.Tirmeha 2014’an de sandeyeke ji Partîya Demokrata Kurdistanê-Sûrîye (PDK-S), serdana Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK’ê kirin û hevdînek li gel endamên PSK’ê pêk anîn.
Sandeya PDK-S ku bi serokatîya endamê merkezî Mustafa Cuma pêk dihat, ji alîyê 3 endamên PSK’ê, rêxistina Danîmark din bin serokatîya Serhad Amedî ve hat pêswazî kirin.
Endamên PSK’ê bixêrhatîneke germ li sandeya PDK-S kirin, pîropzbahî li damezirandina partîya wan kirin û kêfxwesîya xwe ji bo yekîtîya di navbera wan de anîn ziman.
Hevdîtin di nava atmosfêreke germ û dostane de derbas bû. Di hevdîtinê de li ser rewsa Rojhilata Navîn û Kurdistanê û bi taybetî jî li ser rewsa Rojavayê Kurdistanê hat axaftin û herdu alîyan dîtin û nerînên xwe anîn ziman. Xasima jî li ser xeterîya rêxistina terorîst a DAÎS’ê ku bûye belayeke mezin li Rojhilata Navîn û li Basûr û Rojavayê Kurdistanê.
Yilmaz Yildiz
Kopenhag
Dengê Kurdistan