Nûçe

Pistgirîya referandûma serxwebûna Kurdistanê

Kurdên Swêdê pistgirîya xwe ji biryara reforma serxwebûna Kurdistanê re dîyar dikin. Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) Hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê bi pistgirîya Nûnertîya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Swêdê ji bo pistgirî û lêxwedî derketina vê gava dîrokî xwepêsandinekê li dar dixin. Ew bangî hemû hevwelatîyan û dostê kurdan dikin bi alaya Kurdistanê bêsdarê xwepêsandinê bibin.

Dazana FKKS:

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi hemû hêza xwe pistgirîya referandûma serxwebûna basûrê Kurdistanê dike.

Wek tê zanin ku li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî di 8 /7 2014 parlamana Kurdistanê civîya.

Parlamana Kurdistanê dê demekê diyar bike da ji bo serxwebûna Kurdistanê referandûmek bêt organîzekirin.

Ev referandum yê jibo hemû basûrê Kurdistanê be.

Cihê pesindan û sanazîyê ye ku hemû partîyên siyasî li basûrê welatê me yek deng û yek helwestin jibo serxwebûna Kurdistanê.

Em wek FKKS dixwazin bidin diyarkirin ku em li gel wê pêsnîyarîya Serokê Kurdistanê ne û emê bi hemû hêza xwe di paserojê de bibin palpist ji bo vê erka pîroz a serxwebûnê.

Wek hemû dewletên cîhanê serxwebûn mafê netewa kurd yê rewa ye.

Ev sedan sal in neheqîyek mezin li gelê me tête kirin û hêdi dem hatîye ku ev neheqîya nerewa ji holê bête rakirin û kurdi jî li gel hemû pêhatên Kurdistanê wek hemû neteweyan bighên mafê xwe û bi wî mafê sad bibin.

Hêdi tu hêz û tu fen û fiç yê nekaribe li himberê wî mafê rewa rewest e.

FKKS bi hemû hestên xwe yê netewî û Kurdistanî pistgirîya biryara referandûma serxwebûnê dike û vê biryarê pîroz dibîne û dinirxîne.

Pistgirîkirina vê gava dîrokî weke erkekê li ser milê hemû kurdên li hemû cihanê bi tevahî û hemû kurdistanîyan e.

Her weha em bangî hemû Partîyên parlamana Swêd û dezgehên demokratik dikin ku ew bi hestîyarî pêvajoyê bisopînin û rêzê nîsanê referandûma basûrê Kurdistanê û biryara gelê kurd a çarenivîsê bidin.

Her bijî yekîtî û yekdengîya gelê kurd jibo dewletek serbixwe.

Her bijî Kurd û Kurdistan

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

2014.07.13

Dengê Kurdistan

Back to top button