Makale

Pilandanîn û hejmar

Berî bazirganî û nivîsandin li ba mirovên pêsî peyda bibin, di her bîstik û kêlîk û demjimêrên pir hindik de guhertinên pir mezin di xwezayê de çêdibûn, û kesekî ji wan mirovan nizanîbûn ew ziyanên mezin ku li wan û xwezayê dibûn, bihejmartana, di wan qûnaxan de bêpilan û bêjimartin mirov û lawir dihatin kustin û windakirin.

Zanyarên civaknas dibêjin, ku ev rewsa jiyanê li ba wan mirovên pêsî bi deh hezar salan dirêj kiriye, ta ku ew gihistine qûnaxeke nû ku têde jimaryarî û alavên nivîsandin û bazirganiyê bi rengekî nû afirandine.

Pistî her miletek bû xwedî çand û zimanekî taybet, alavên danûsitandin û têgihistinê di nav wan de pirtir û befirehtir bûn, her tist bi jimartin dihate bikar anîn, ta roja îro ev sêweyên jimartinê bûye xem û xwendina berî hemû pilanên kar, avakirin, astî, ser, xwarin û vexwarinê…ûhd.

Nivêskarê Daxistanî yê bi nav û deng Resûl Hemzatov di pirtûka xwe de ya bi nave Daxistan Welatê min e, dibêje ‘pendeke me heye weha hatiye nivîsandin: Ew kesê berî ser di encamên wê de raman û jimartinê bike, ew tirsonek e’.

Bêguman, ev pend ligor mêranî û hismendiya miletê Daxistanê di serên bêpilan û bêjimar de hatiye gotin, û ji sedan sed mirovên bi vê hismendiyê kar û ser bikin, ew dikevin nav golên xwînê û hisk û ter hemî bi xwe re disewitînin, û bi dehê salan ji wan re divêt ku welatê xwe û civateke pêsketî û serkeftî ava bikin.

Li piraniya dewletên Xwedê giravî pêsketî ne, tistek winda nabe, hemû bûjenên li ser zemînê û bin zemînê bi wêne û jimar û pilan tomakirine, ji ber ku xwendin û ronîkirin û lêkolînên wan pir hûr û kûr in, û ta astekî bilind ew di dijminatiya xwe de jî bi pilandanîn û jimarê serê dijminê xwe dikin.

Bo nimûne, ev dewletên bi hêz ku mîna temasevanên filmekî sînema ji xwe re li van komkujiyên li Sûriyeyê dibe, temase dikin, ew tenê dizanin bê wê çend hezar mirov ji pêkhatiyên Sûriyeyê bêne kustin, û ew tenê dizanin jî bê çend hezar birîndar û girtî û reviyayî li hindur û derveyî Sûriyeyê hene, ji ber ku wan ev pilan danîne û hejmar jî li cem xwe nivîsîne, ew bi sev û roj çavdêriya tevgerên mirovan li ezman û li ser zemînê dikin.

Berdestiya pêkhatiyên li Sûriyeyê ye û bi saya hêz û pilan û jimartinên dewleta Firensa û Birîtaniya ku her miletek ji wan bi netew û ol û çanda xwe li gelek dewletên vê herêmê bela wela bûne, û di dirêjiya dîrokê de jî gelek caran dijminatî bi hev re kirine, ji lewra nijadperest û sovenên her miletekî ji van li benda delîvekê ne ku bi xap û ser û talankirina bêjimar tola xwe ji miletên din hilînin, û pasê bi wê nezaniya xwe ji dewletên bi hêz û sermayedar re dibin alavên wê kustin û talakirinê.

Dewletên bi hêz ku desthilatdariyê li hemû recîm û miletên cîhanê dikin, û bi alîkariya recîma Ba,is li Sama serîf di vî serê ku ji sê salan ve li Sûriyeyê pêketiye, xwedî pilan û jimar in, û ji berjewendiya wan ne ku ev ser li nav pêkhatiyên Sûriyeyê hebe, ev jî bi dilê dewletên herêmê ye, mîna dewleta Yewnan,Tirkiyê, Rûsiya, Ermîniya, Isra,îl, Libnan, Ûdin, Iraq, Misir, û hemû dewletên Ereb û Îranê, û wan pilan kirine ku Erebên sunî ji dido ta sê miliyonan, ji Elewiyan sed ta dused hezarî, ji Kurdan pênsed ta miliyonekî, ji Durziyan sed ta dused hezarî, ji Filehan pêncî ta sed hezarî û ji Filestîniyan dused ta sêsed hezarî bêtin kustin.

Ta vê kêlîkê ne recîm û ne jî rikberên Sûriyeyê nizanin bê çiqas kustî û birîndar û sirgunkirî li hindur û derveyî Sûriyeyê hene, ew jî bûne mîna wî sivanê ku yekî weha jê pirsiye:

‘ Sivano, Tu dizanî çend serî pezên te hene?

Sivanê reben, na, ez nizanim.

Çima tu nizanî?

Ji ber ku keriyê pezê min mezin e, û her cara ku ez destpê dikim û dihejmêrim, xewa min têt û ez dikevim xew de, ji ber wilo ez hejmara pezê xwe nizanim ‘.

Bawere-Omerî@hotmail.com

13.01.2014

Bawerê Omerî

Back to top button