Nivîsar

Pirsgirêka Kurdistan

Çend heftene ku li Tirkîyeyê û Kurdistana Bakur di telewîzîyona tirkan de qala qetliama Dêrsimê dikin. Asteng navbera CHP ê û AKP ê de hene. Bo vê yekê hevdû rexne dikin û cilên xwe yê qirês davên holê. Di vê rewsa de kawê kurdan mîr hatîye.

Ez bawar dikim ku serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan dixwaze kurdên Elewî ji CHP ê dûr bixene û ba AKP ê kom bike. Bo vê sitemê,Erdogan arsîva Dêrsimê ya qirês derdixine holê. Bi rastî bawarîya min bi herdû partiyan jî tûne.

Recep Tayyip Erdogan di civîneka berfireh ya digel berpirsên AKP ê yên wîlayetan de behsa qetliama Dêrsimê kir û wiha got:

_Li Dêrsimê ti serhildan çênebûne û ya ku bûye planeka daristî ya dewletê û hikûmeta wê demê ya CHP ê bû. Dewletê û hikûmeta wê demê ji bo qetliama Dêrsimê bikin,bi xwe plan daristine û li hêcetan geriyane. Xelkê Dêrsimê belasebeb bikujin û ji ser cih û warên wan derxin.

_Seyîd Riza jî li gor gotinên waliyê wê demê mirovekê serefmend bû.Ti kes behsa wê yekê nake ku di dema bûyerên sala 1915 ê de Seyîd Riza li dijê ordiyên dagîrkeran ser kiriye û ji bo xizmeta dîn û serefa xwe jî ji aliyê waliyê wê demê ve hatiye xelat kirin.

_Sala 1936-37-38-39 ê li ser hev 13 hezar û 806 mirov hatine kustin. Di binê vê belgeyeka fermî de îmzayeka balkês heye,Faik Oztrak,wekîlê daxiliyê yanî wezîrê nêvxwe.

_Ez wakû serokwezîr li ser navê dewletê niho daxwaza lêborînê ji xelkê Dêrsimê dikim. Di rastiyê de kesek nizane ku çikas jin,zarok û mêr hatine kustin û va jî qetliam e. Gotinên serokwezîrê Tirkiyeyê Recer Tayyip Erdogan rastin.

Li ser wan gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ,mirovên CHP ê bi hevdû ketin. Cîgirê Serokê gistî yê CHP yê Gürsel Tekin wiha got :
_
Ez li vê derê bang serokwezîr Erdogan dikim ku hemû arsîvan veke. Arsîv,ne di kasayên me de vesartî ne. Hemû arsîv bin emrê serokwezîr de ne. Bila arsîvan veke ku cîhan bizane,çi qewimîye.

Bi teybetî ez jî banga Birêz Gürsel Tekin rast dibînim ;bila Birêz Erdogan hemû arsîvan veke ku çi hatîye serê kurdan. Daxwazîya min ewe ku Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan li pas gotinê xwe bisekine û Kurd bi wî bawarbin.

Lê belê xûya dike ku Sazûmana tirk dixwaze vê cara jî pirsgirêka Kurdistanê bi qetliama Dêrsimê va derbaz bike û ji cirmê xilas bibe.

Ango pirsgirêk (sorun) pirsgirêka Kurdistanê ye. Pês qetliama Dêrsimê de qetliamên ku li Kurdistanê bûne ( qetliama Koçgirî,qetliama Agirî yê….) jî hene. Em miletê Kurddin û zimanê me kurdî ye. Welatê me Kurdistan ne. Bo vê yekê pirsgirêkên kurdan,hemû bi Kurdistanê va girêdayî ne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button