Pirtûka Nuh Ates ya kurteçîrokan; Tayek Por derket

Ez bi zaravayê (devok) gundê xwe mezin bûm û hatim sîretkirin. Lowma tesîra wî zaravayî li ser kurteçîrokên min, hin caran zêde û hin caran kêm heye û va jî tistekî xwezayî ye. Her çiqas hewldan û pêsketîyên bi qedr di vî warî da hebin jî, meriv nikane îro qala kurdîyeke standard û seranser bike. Ji b kurdîyeke standard perwerdeya bi kurdî hewce ye. Mixabin hîn em negihêstinê vê qonaxê. Ji ber vê, ez nivisandina nêzikî yan di bin bandora zaravayên herêmî da diparêzim û hewce dibînim. Nivîsandina nêzikî zaravayan sewa parêztina heyîyên kulturî û zimanî û teswîqkirina xwandin û nivîsandina bi kurdî jî bi kêr e. Min sala 1999an destpê nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên li ber destê we di navbera salên 1999 û 2009an da hatin nivîsandin û di kovara Bîrnebûnê da hatin wesandin. Rêzkirina çirokan di kîtebê da li gorê dema nivîsîn û wesandina wan e. “Reva Meyro û Mendo´´ çiroka min a yekem e û ´´Paça pêsî´´ ya pasîyê ye. Sewa ku ew bastir bên xwandin û belavkirin min xwest wan wekî kîteb bidim wesandin. Pasperdeya heyam, mijar, buyer û lehengên çîrokên min pirtir jiyan û kultura Kurmancên Anatolîyayê ye.’ (Ji pêsgotina Kîtêbê)
Peydakirina kîtêbê: Hun dikanin kîtêbê ji min peyda bikin. Gereke hun berê bihayê wê (xercîya sandina bi poste jî tevê) 11 hewaleyî hesabê li jêr bikin. Ku hewale kîngê gihêste min, hinge ez ê kîtêbê ji we ra bisînim. Ji bîrmekin, navnîsana (adres) xwe li ser belkê hewaleyê binivîsinin.
Hesawê min: Nuh Ates, Mainzer Volksbank eG, Konto-Nr: 379262017, BLZ: 551 900 00
IBAN: DE 94 55 19 0000 0379 2620 17, BIC: MVBMDE55
Hûn dikanin kîtêbê ji wêsanxaneya Apecê li Swed jî peyda bikin: Adres: Box 8121,SE 16308, Spanga/Sverige, Telefax. 0046 (0) 8-7612490
Dengê Kurdistan


