Nameyên sersaxiyê ji bo Selaheddîn Yildiz

Îro di civîna sînê de bi sedan heval, dost û nasên Selahaddîn civîyan.
Îro di civîna sînê de bi sedan heval, dost û nasên Selahaddîn civîyan, ew bi bîr anîn û ji malbata wî re sersaxî xwestin. Di civînê de serokê Komkar-Swêdê li ser jiyana Selaheddîn axaftinek kir û hevalê wî Xalid Basdas nameya birêz Kemal Burkay xwend. Vê yekê li ba dost û hevalên Selaheddîn xemgînîyeke mezin peyda kir.
Nameyên sersaxiyê ji bo Selaheddîn Yildiz
Kemal Burkay: Emê gelek bîra te bikin Selahaddin
Min ev xebera res îro sibê di malpera Dengê Kurdistan da xwend: Hevalê me yê delal, Selahattin Yildiz li Stokholmê çûye heqiya xwe.
Ne li benda xebereke han bûm, gelek xemgîn bûm. Selahaddîn heval û dostekî dil û can, welatparêzekî hêja bû.
Selahaddin mamoste bû û ta ji derketina Riya Azadî û Roja Welat hevalekî me yê salan bû. Ji Ferqînê (Silîvan) bû. Pistî ku em derbazî der welat bûn, li Swêdê-Stokholmê disa em bi hevra bûn, di kar û xebata Partiya Sosyalîst a Kurdistanê da, di KOMKARê da.
Zarokên me li cem hev mezin bûn.
Nexwesîya dil pê ra hebû. Çend sal berê li welat krîzek derbaz kir, tedawî bû lê mixabin çavên wî êdi bas ne ditîn. Xuya ye nexwesîyê pêsîra wî berneda û bêwaxt ji nav me barkir çû.
Serê malbata wî, hevjîna wî Selwayê, zorêkên wî Dîlovan, Nistiman, Berîvan û Serwan, serê hemû heval hogiran sax be.
Mirin rûsar e, lê çare tune, zû an dereng, riya me hemûyan diçe digihîje wir
Heya em hebin, tuyê tim di dilê me da bî Selahaddîn, emê bîra te bikin.
Kemal Burkay
7 Îlon 2012
—————————
Bir dostun, yoldasin ardindan
Yillarin dostu, arkadasi Selahattin Yildiz’i kaybettik. 6 Eylül 2012 günü, Stokholm’de, Karolinska hastanesinde hayata gözlerini yumdu.
Selahattin, Silvanli yurtsever bir ögretmendi. Özgürlük Yolu’nu yayin hayatina soktugumuz 1970’li yillardan beri yoldasimiz, arkadasimizdi. Yurt disina geçtigimiz dönemde de Isveç-Stokholm’de, Partide ve dernekte (KOMKAR) bir arada idik. Çocuklarimiz bir arada büyüdüler.
Selahattin candan bir arkadasti. Ne yazik ki ciddi bir kalp rahatsizligi vardi ve birkaç yil önce geçirdigi kalp krizi onu birhayli sarsmisti. Belli ki hastalik pesini birakmadi ve erken yasta aramizdan aldi götürdü.
Ölüm haberini aldigimda hastanede oldugunu bilmiyordum, beklemedigim bir seydi. Bu tür haberler zor seydir. Selahattin’in yokluguna alismamiz da kolay olmayacak .
Esi Selva’ya, çocuklari Dilovan, Nistiman, Berîvan ve Serwan’a, tüm dost ve yakinlarina bassagligi diliyorum.
Ölüm soguktur, ne var ki hepimizin yolu er geç o duraga ugrar. Önemli olan hayattayken iyi seyler yapmak ve gönül hosluguyla ona veda etmek.
Yüregimizdesin ve seni çok özleyecegiz Selahattin!
7 Eylül 2012
Kemal Burkay
———————-
Em Selahadîn Yildiz ji bîr nakin!
Hevalê me Selahadîn Yildiz çûye dilovaniyê xwe. Em ji bîr nakin!
Ew hertim di bîra me de be. Rihê wî sad, cihê wî behist be.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
***
Selahattin Yildiz’i Unutmayacagiz!
Dostumuz ve arkadasimiz Selahattin Yildiz’i kaybettik. Unutmayacagiz.
Ruhu sad, mekani cennet olsun.
Kürdistan Sosyalist Partisi-PSK
——————————-
Bextê min lê xist, ku min ew nas kir
‘Têmûrê Xelîl
Ez 6 salî bûm, dema diya min bû spîkêra radyoya kurdî ya Rewanê. Ez 8 salî bûm, dema bavê min bû serokê wê radyoyê. Dema hinekî mezin bûm, min texmîn kir, ku merivên têne mala me, hemû bi kurdî dipeyivin, hemû jî bi dê û bavê min ra ser meseleya dengbêjên kurd, nivîskaran, sairan, pirtûkên zanyarî, zargotinê dipeyivin. Ez ji dê û bavê xwe fêrî xwendin û nivîsara kurdî bûm, ji wan mêvanên mala me jî kurdîya xwe xurt kir. Min wan salan her dixwest li mal bim, ji ber ku dema ji mal derdiketim, her tist ji bo min xerîb bû: li dibistanê hemû ermenî bûn û bi ermenî dipeyivîn, cînar ermenî bûn, heval ermenî bûn, li dikanan û kûçeyan bi ermenî dipeyivîn. Ev hemû ji bo min xerîb bûn. Xên ji malê, bîna min her tenê li gundê bavê min Karvanserayê û gundê diya min Camûsvanê derdiket.
Pistî xilazkirina dibistanê, bavê min dît, ku ez di hêla matêmatîkayê da di koma xwe ya dibistanê da yekemîn im, ez birime Înstîtûta Mamostahazirkirinê ya Rewanê û ez bûme xwendkarê wê. Min xwendina bilind sitend, ez çûme gundê kurdan Sîpanê bûme mamostayê matêmatîkayê û fîzîkayê. Li wir min ji kal û pîran nimûneyên zargotina gelê xwe dibihîst û ji rojnameya Rya teze û radyoya kurdî ra disand. Sê salan li wir xebitîm, pasê vegerîyame Rewanê, li Înstîtûta zanyarîyê ya pevgirêdanê da bûme mihandiz. Lê herdem jî guhê min ser radyoya kurdî bû, min pirtûkên kurdî dixwendin, bûme endamê Komeleya Xwendkarên Kurd li Ermenîstanê. Rojekê jî berpirsyarê rojnameya ‘Rya teze’ Mîroyê Esed gazî min kir û got: -xebatkareke me zaro anîye, wê salekê neyê ser kar. Tu dixwezî salekê bal me kar bikî? Min got ‘ erê û salên dirêj li wir mam. Ew kar pir bi dilê min bû, min pasê texmîn kir, ku herdem jî xeyala min ew bûye, ku di dayîreke gelê xwe da kar bikim, lê min bi xwe nizanibû, ku ew xeyala min wê pêk bê.
Di nav salên xebatê da heyfa min tenê bi tistekî dihat: -em karên ha mezin dikin ji bo çend hezar kurdên Sovyet, lê gelê me li cihanê çend deh mîlyon e. Pistî çend salan min dît, ku di rojnameya ‘Roja Welat’, di kovara ‘Azadî’ ya Mala gelê kurd li Parîsê (pasê bû Înstîtûta Kurdî li Parîsê), Rojnameya ‘Dengê Komkar’ li Almanîyayê berhemên nivîskar, zanyarên me çap dikin. Sal buhurîn, pasê ronakbîrên gelê min li me bûne mêvan, wek komên mamosta û wergervanên kurd ji Swêd, ronakbîrên me yên bi nav û deng Hejar, Îsmet Serîf Wanlî, Resîdê Kurd, Kendal Nezan, Reso Zîlan, Henefî Çeleplî, Salih Înce û yên din hatin, li me hesiyan, em qîmet kirin û karê me tevaya gelê me dane naskirin.
Wan salan ez bi xwe difikirîm, ku ev camêrana ronakbîrên gelê me ne, qedirê xebata me zanin, qîmet dikin, çap dikin, bela dikin. Û yên wisa ne pir in. Lê ji bo min ya giring ew bû, ku her law û keç, jin û mêr, kal û pîrê gelê min li xebata me bihese û jê hiz bike, ku karê em dikin, bigihîje Kurdistanê, da ku gelê me ji xwe ra bêje: -heyran, çend hezar kurdên Sovyet ewqas kar dikin, em çend mîlyon çima nikarin bikin?
Û min temamîya xem û xeyalên xwe di kurdekî sade, paqij, welatparêz Salheddîn Yildiz da dît. Bextê min lê xist, ku min ew nas kir, jê hiz kir, demeke dirêj bi hev ra hevaltî kir. Ewî ne tenê me û karê me bas nas dikir, lê herwiha hema bêje hemû sitiran û dengbêjên me nas dikir, çend pîês-sanoyên radyoya me dikaribû ji serî heta binî bigota-sirovekira, perçeyên çend sitiranên me ezber kiribû. Û dema behsa van hemûyan dikir, herdem jî çavên wî ji sabûnê sêlû dibûn ji hizkirinê, ji hizretê, ji xerîbîyê, ji welatparêzîyê Min texmîn kir, ku yên wek wî gelek hene, lê ez tenê rastî yekî hatime. Min xwe bextîyar dît, ku karê me gihîstîye gelê me.
Bextê min tenê îsev bi min ra neyartî kir, dema Halukê birayê min û birayê Salheddîn behsa nebixêrîyê gîhande min, ku Salhedînê me wefat bûye. Û çavên min jî wek çavên wî sêlû bûn. Lê ferq tenê di wê yekê da ne, ku çavên wî ji sabûnê, yên min ji hêsiran sêlû bûne.
Eger bi rastî li wê dinê jîyan heye, bira Xudayê mezin vê hizkirina min û Haluk ya di hindava wî da ber ruhê wî xe.
—————————–
Min wefata Silhedîn bihîst ez gelek xemgîn bûm. Min ew li Swêdê, li komela KOMKARê nas kir. Kurdekî dilsoz, evîndarekî gel û welatê xwe bû. Pêgirtiyekî kek Kemal Burkay yê ji dil bû. Tu tistekî ew kêfxwes nedikir bi qasî gotin û stranên kurdî. Dilxwesiya wî ya mezin ev bû. Ez xemgînim ji bo wî. Zû ji nav me barkir û çû. Bila serê zarokên wî, dost û hevalên wî saxbin.
Bavê Rewsen
——————————
Te Jî Em histin Kekê Silhedîn !
Nexwesîyên te, zora te jî bir û zû ji nav me bir. Te jî, wek ciwamêrên berî ya xwe, dilê hezkirî yên xwe sewitand , kela wan zêde kir û hêstir dan barandin. Li gorî dilsozî û nêrînên te li ser jîyanê dibî ya, tu hîn dirêjtir bijî ya.
Lê jîyana te, çi kin, yan jî dirêj, tu hevalekî dilsoz, rastgo, bawermend û ciwamêr bû yî. Tu mirovê civata kurdî, hezkirê muzîk, çand û zmanê kurdî bû yî. Te ji xwarinên kurdî, malbatên mezin yên li ser hev, jin û mêrên bextewar, çîrok û serpêhatîyên heval dosta, Rîya Azadî, Komkar, sîyaseta kurd Kurdîstanê pir hezdikir.
Hevdîtinên me, yên van çend salên dawî, li mala Bavê Rewsen de, jîyanê çiqas xwes xwîya dikir. Birazî ya te Demîn, çi nav li van hevdîtinên me kiri bû tê bîra te ? – Gubbträf. Çiqas kêfa me hati bû. Te kurdîya wê danî û got : Hevdîtina Kaleciwan li me tê. Belê Keko em ê kaleciwanên mayî Bavê Rewsen, Kek Xaluq Ozturk, Kekê me Temûrê Xelîl, Kekê Dilo Balîn Serdarê H.Suphî, Mistefa Yilmaz, Xulusî Eken û te dixwest ku Kek Salihê Omerî, Selîm Can jî, dinav me de bin (Salih û Selîm bi mazeret ) te pir bibîrbînin.
Ez û malbata xwe te jibîrnakin Keko, tê her bi me re bi jî. OXIR BE Mamoste Silhedîn, bavê Dilovan, Nistiman, Bêrîvan û Serwan. Serê zarokên te heval û hezkirîyên te sax be.
8.9.2012
Xalid Xoce
—————————–
Sersaxî
Bi munasebeta ji jiyanê xatirê xwe xwestin, ji nav me koçkirina hevalike me, kekê minî delal û hêja Selahadin Yildiz, çavê xwe li jiyanê girt û ji nava heval û hogirên xwe û malbata xwe koçkir çû cîhana haq.
Bila serê heval û hogirên wî malbatê, gelê Kurd û bi teybetî zarokên wî Dilovan, Nîstîman, Bêrîvan û Serwan sax be, cîhê wî cinet be.
Oxir be, kekê Selahedîn,
Hemû hevalên te yên komkarê xemgînin, melûlin bi koçkirina te ji nav me,
Oxir be kekê Selahadinê Farqînî
Salihê Omerî
————————————–
KOMKAR-Danimarka
Me bi dileki xemgînî bihîst ku endamê KOMKAR-Swêd; kekê Selhedìn çûyê ser dilovaniyê. Em serxwesiyê didin hemû KOMKAR`an, malbata kekê Selhedin û hemû kes û nasên kekê Selhadîn. Bila serê gelê Kurd xwes be, mekanê kekê Selhedîn bihist be!.
KOMKAR Danimarka.
——
Birêzan;
Em, dost û hevalên Hak-Par û Komkarê li bajarê Goteborgê, bi koçkirina kek Seleheddin ji nav me, gellek xemgînî bûn. Li ber xatiratên Wî rêzdigrin û êsa malbata Wî parvedikin. Ji bo wan sebr û metanet dixwazin. Bila ruhê WÏ sad be..
..
Sersaxî
Min wefata dost û hevalê hêja Silhedîn bihîst ez pir ber ketim. Ez ji malbata wî ra sebir û sersaxiyê dixwazim. Bila rehma Xwedê lê be, cihê wî cinnet be.
Evdilmecît Öztürk / Dutax-Agirî
.
..
Sersaxî
Min xebera wefata Selahadîn di malpera Dengê Kurdistan da xwend, ez gelek xemgîn bûm. Ji Malbata Selahadîn Yildiz ra, ji dost heval û hogirên wî ra sersaxiyê dixwazim. Bila mekanê wî buhist be. Bila serê gelê me sax be.
Riza Çolpan/Avustralya
……………………………………….
Serxwesî
Min xebera ne bi xêr ya wefata hevalê delal Siheddîn bihîst, ez pir bê tildeng bûm. Ez êsa malbata wî, hevalên wî yên KOMKAR-ê û hemû dost û hevalên wî parvedikim. Bila serê wan xwes be. Bila mekanê Selahadîn buhist be. Em Silhedîn ji bîr nakin. Bila serê gelê Kurd xwes be.
Sores Zîrek
…………………….
Serxwesî
Ji ber windakirina hevalê xwe, dostê xwe, bawermend û parêzvanê Riya Azadî, mirovê delal Seleheddîn Yildiz, ez di nav xemginiyê da me.
Bila serê malbata wî, heval û dostên wî; û me hemûyan sax be.
Ez ê her wext bîra Selaheddîn bikim.
Selîm Can
—————————-
Dengê Kurdistan