Nivîsar

Pistgirîya Rojavayê Kurdistanê Bêminetîye

Divê hamû Kurd madî û manewî pistgirîya soresa ku li sûrî destpêkirîye bikin, bikin ku ew desthiledarîya dîktator, zulma ku li Kurdan û Ereban û hûrgelên dinê ku têye kirin ya Esad ji holê rabe bikin. Çawa li welatên erban weke, Sûdan, Misrê, Lîbya, Yemen, li hinik welatên merga ereba yên weke qater, Dubay û ana jî li Sûryê destpêkirîye, ji vê pêvajoyêre têgotin, ‘Bihara Erebî’ û ana komara Sûrî jî daye ber xwe, ev salek zêdeye ku destpêkirîye.

Meriv li ser Kurdên rojava çiqasî bêje, di bawerîya min de dibe ku meriv bêje kêmbe, li ser wan pismama, meriva, xaltîk, metik, apa, xala û ji eyînî êlê, esîrê û malbatê dibe ku kêm be. Lê dîsa jî ez dibêjim bêminetîye, ji ber ku xwîna me, zmanê, urfadetên me, kultûra me, civaka me hemû weke heve. Dewletên cîhanê yên emperyalîst weke Ingilîs, Fransa di perçekirina Kurdistanê de payawan heye, tixûb di nav me û merivên mede danîn ku jêre dibêjin xeta ferensawî. Lê tucarî jî me weke gelê Kurd ev tixûb nas nekirin û ana jî em nasnakin.

Lê weha dîyar dibe ku bayê ‘Bihara Erebî’ li serê Beser Esad jî xistîye, siltaneta wî/wan jî ji holê wê rabe dinêzîk de. Weke ku dibêjin; ‘ahê vî destî ji wî destîre namîne’ . Wê gelê me jî li rojavayê Kurdistanê bighê heqê xweye mirovatî û bêghê azadîya xweye rewa.

Li gel vê yekê divê ku hemû Kurdên ku hene li herçarperçê Kurdistanê û li cîhanê pî berî birayên xwe yê rojavê Kurdistanê bibin madî manewî. Dema ku welatê bav û kalên me ji binîrê zordestan û dîktetoran azad bibe wextê wêye. Divê ku em yekitîya xwe û birayetîya xwe yek bikin, ji bo dost û dijminê me hêz û quweta me zanibe, ku va em li ser hevin, em ne Kurdên berî sed salî nin. Berî sed salî dewletên emperyalist, ji gelek miletanre tixûb danîn, lê me Kurdan ji van tixûban zirarek mezin dît û welatê me hat pereçekirin, derba dudan.

Di bawerîya min de divê ku Encûmana Nistimanî ya Kurd li Suriye, ‘ENKS’ bi opozisona sûrî re yanî Encûmana Nistimanîya Sûrî ‘ENS’ re, pêvendîyên germ hebin ku zûtirîn desthiledarîya Besar Esad birûxe.

Erê meriv ji dijmin tucarî divê ku gazinan neke, tucarî jî dijmin naxwaze ku desthiledarîya wan biruxe û xêr û nîmetên wê xakê ji destên wan derkeve, çavê wan ji heq û hiqûqên mirova ku bi xwin û mirova zor û zordarîyê li wan bikin têr nabin.

Lê belê li rêxistinên kesên ku ji xwere dibêjin em Kurdin û dew û doza azadîya Kurdistanê dikin, bi wan nakev e, ku dirin ji desthiledarîyeke ku nêzî çilûpênsalaye û di vê desthiledarîyê de tu heqê merivan nayê naskirin û bi navê partîya Kurdan rabin ji vê rejima dîktatore parastinê bike bi meriv nakeve. Hevalbendên Apocitîyê ku ji wanre dibêjin, partîya PYD di xizmeta kêdeye, ji kêre xizmetê dikin zelale ji herkesê ku piçikî ji sîyasetê fehmdikin.

Bêguman berpirsê KCKê Murad Karayilan, di derbarê helwesta Tirkiye ya li ser rewsa suriye tistê balkêse dibêje. Heger Tirkiye midaxeleyekê li dijê Sûrî bike, emê qebul nekin, emê Kurdistanê bikin qada ser. Karayilan xwedî li rejima dîtator ya sûrî dedikeve, di bin navê parastina Kurdan de. Ev jî dîyar dibe ku PYD sîyaseta KCKê bi kar tîne li rojavayê Kurdistanê. Bav û kalên me dibêjin; ‘kustîyo di ber xelkê de’. ‘Weha nekin kustîyên di ber dijmin de’.

Bêguman biryara xwestekên birayên me yên Kurdistana sûrî ji bo destkeftîyên ku ew dixwazin, raya wane. Ji ber ku li sûrî du gel-milet hene, yek jê miletê Erebe û yê dudan jî miletê Kurde, ev du milet serekene. Bêguman hûrgelên dinê jî hene, weke Suryanîyan, Asûrîyan, Ermenîya û di warê olî de weke Elewîyan û mezhebên din hene…divê ku vana jî bighên heqê xweye û bîrûbawerîyên xwe. Lê gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê weke du gelan û siklê Iraqa federal ku hatîye bicîhkirin, li sûrî jî hikmê federal bê bi cîh kirin Kurd û Ereb siklên federasyonê pêkbê. Dîsa jî rayê, raya gelê Kurdê sûrî partî û dezgehên wane.

Ji ber ku ji me Kurdan firsateke li rojhilata navîn û li herêmê pêk hatîye divê ku em Kurd jî vê firsetê ji destê xwe bernedin. Em weke Kurdan yekitîya xwe û hevkarîya xwe pêkbînin, ji gelê ereb çêtir, firsetê weha zû bi zû bi destê meriv nakeve, divê vê pêvajoya ku em tê danin ji destê xwe nerevînin. Ev firsatê weha her ji sed salî dibin, divê ku em Kurd jî vê firsadê ji bo gelê xwe û azadîya welatê xwe em bi kar bînin. Em hemû Kurd divê pistgirîya birayên xwe yê rojvayê Kurdistanê bikin, xwedî li wan derkevin, wesalam.

Balkêş e ?
Close
Back to top button