Nivîsar

Pistî Komcivîna Pêncan Ya Partîya Maf û Azadîyan…

Çi kar dibe bila bibe, meriv bi çi karîve rabe bila karê bazirganî be, karê sîyasî be yan jî karê sexsîbe, divê ku meriv heqê wî karî bidê. Yan jî meriv bi karê weha ranebe û pê danekeve, serê xwe neêsîne û der û dorê ji xwe bêzar/aciz neke bastir dibe.

Hinik kes hene ku di tabîata wan de tê xuyanî kirin ji mesûliyetê hezdikin, wesîfa ku girt ser milê xwe û gote ezê vî karê hana bikim dike. Lê hinik mirov jî hene ku gelek kara digrin ser xwe û tu karike jî nake û wexta ku hate nav cimaetê jî ji rexna pêve tistike dinê nake.

Meriv kar û barê ku digre ser milê xwe û plan û projeya ku meriv dabe pêsîya xwe û ji xwere kiribe armanc, em ê îsal vana bikin, ji sed ne sed be jî sêst/hefê û heta heyistê divê meriv bike. Meriv ew plan û projeya ku daye pêsîya xwe, bûye armanc wêçaxê dighê yê. Yan na, di binya pêncî çelîke ve, di hinik alîyan de sistayî û qelsitî heye. Ji ber vê jî ew plan û projeya ku meriv daye pêsîya xwe bisernakeve. Wê demê divê ku meriv rewsa xwe di ber çavare derbasbike, di ku de sasitî û sistayî heye.

Weke mînak di kongra pêncemîn ya Partîya Maf û Azadîyan de, xwe dîyarkir ku giranîyên hinik merivan hene. Di kongerê de bi cosîke mezin ji herçar perçê Kurdistanê besdarî kirin. Derba ewilî eyîreqîb marsa netewa gelê Kurd hate xwendin û alaya Kurdistanê hate bilind kirin, rozetên alaya Kurdî li ser sêngên heval û hogirên partîyê û bi def û zirne heta komcivîn bi dawî hat li dar ket. Pistî sî û yek sala ku vegerîya welatê bav û kalê xwe, ew jî kî bû? Ez bawerim ji wêdemê û bi virde Birêz Kemal Burkayê, wê li welatê bav kalê me Kurdistan guhertinên nuh û berbi çav wê bibin.

Pistî ku kekê K. Burkay bû serokê partîya Hak-Par, di partîyê de gavin gelek berbi çav hatin avêtin, li gor plan û projeyên ku desthiledarîya partîyê di nav xwe de, kar peskirin û hem jî ji bo du salên pês wê çawa kar bêye kirin û wê kî çi karî bike, hate dest nîsandan.

Cîhê kêfxwesîyê ye ku divê meriv bêjem; desthiledarîya partîyê gelek civîn, semîner, konferans û li gelek herêman dezgehên ku serkirdayetîyê pêk anîye, heger ne tevaya meclisa xwe bejî, lê serokê partîyê berêz Kemal Burkay û tevaya hemû endamên serkirdayetîya partîya xwe besdarî kirine, ev helewesteke erênîye û pîberîye, ji bo ku partî bi pêskeve û xurt bibe.

Lê bi dest pêkirina serokatîya kekê Kemal Burkay roj bi roj, dem bi dem partî hem di nûçeyên rojnameyan, malperan, TVan, konferans û semîneran bi dehan caran derdikeve pêsberî gel. Dezgehên/teskîlatên partîyê berê kêm bibûn, ana jî çend bajar û bajarokên Kurdistanê û anadolê ava bûn û hîn jî berdewame, weke; bajarê Manêsa, Batmanê, Dêrsimê, Malatya, Cizîra Botan, Omerlî, Entap û Mêrdînê, ez bi hêvîme ku wê li tevaya bajar û bajarokên Kurdistanê dezgehên Partîya maf û Azadîyan bêne damzrandin, heger heval û hogir û bi teybetî jî meclisa partîyê erkên ji wan têne xwestîn pêk rabin.

Ez dibêjim ku divê li her bajar û bajarokên Kurtdistanê teskîlatên partîyê vebin. Divê ku hemû endam û dostên partîyê û bi teybetî jî meclisa partîyê bi heweke gelemperî kar û xebat bikin û bibin pale û xwe biêsînin, madî û manewî alîkarîya hevalên xwe yê partîyê bikin, ji bo ku partî xurt bibe. Heger meriv ev erka netewî û millî girt ser milê xwe û erka xweve rabûn endam, heval û rêveberîya patîyê ez bawerim wê di hundurê salikê de, li herderê bajar û bajerokên Kurdistanê de, dezgehên/teskîlatên Partîya Maf û Azadîyan çêbibin.

Yan na, plan û projeya ku meriv pê rabûye, wesîfa xwe pêk nanîye, wê meriv ji hevdû aciz dibe û karê ku meriv pê rabûye wê sist bimese. Hemû tist ne pere û pûlin, ev jî alîyeke meseleyê. Mesele canfidahî, sivikbûn, zîrekbûn û hezkirina der û dorêye.

Bêguman, divê ku meriv ji danûstandina û bi teybatî jî ji bo mesela millî/netewî di nava têkilîya debe, bi hesabe ku meriv têkilîyan deyîne. Di sîyasetê de bi teyîbetî jî di karê sirîkayetî de bicûk an mezinbûn tuneye. Meriv ji bîr û bawerîyên xweye rasteqîn neyê xwarê, meriv xwe nespêre yê himberî xwe, raya xwe weke camêra bêje û di daxuyanîyên ku dertê meriv jî xwe tê de bibîne. Di sîyaseta xwede bi cesaret be, meriv nekeve bin tesîra ew pirin ez hindikim, dibe ku sîyaseta yên pir xelet be. Lê ya min jî li ser netewetîyê û milî bûnê ji ya wan raestire, divê mesela netewî serekê hemû tistî be. Gotinek bav û kalên me weha dibêjin, ‘yên bitirse sênga gewr nabîne’.

Gelê kurd doza azadîya welatê xwe û gelê xwe dike ji bo azad bibe, li ser xaka bav û kalên xwe bijîn, weke her gelî/miletî, gelê kurd çarenûsa xwe bixwe dîyar bike, ew jî îca serxwebûne, federasyone, muxtarîyete-otonome û yanjî ozerke, piretîya gelê kurd dîyar dike û hûn sax bin.

Ez bawerim wê di demê bê de, sîyaseta Hak-Par wê bi serkeve di nav gelê kurd û gelê tirk û hûrgelên li vê herêma ku em lê dijîn. Ji ber sîyaseta Hak-Parê sîyasetek rast û durist didomîne, sîyasetek zelal weka ava zelale vekirîye. Jibo pêseroja gelê kurd û tirk û hûrgelên dinê, weke suryanî, ermenî, ereb, çelkez, rom û laza û ol bîrûbawerîyên cûda xebatên hêja wê bine kirin.

Ji ber ku program û destûra Partîya Maf û Azadîyan, bawerim di rojên pêsde wê berê xwe fireh bike, ji xwe ji ana de pistî ku birêz Kemal Burkay bû serokê partîyê û bi vir de, roj bi roj, dem bi dem, li gelek bajar û bajerokên Kurdistanê û tirkî partî têne damizrandin, heta ku gelê Kurd ji berxweve pêsniyar dikin ku li gelek herêma partîyê damezrînin.

Biryara Hak-Parê ku besdarî konferensa îradeya ‘Îmralyê û Mîttê’ nebûn gelek di cîh debû, biryarek pîroz û durist bû, ji bo doza netwaya gelê Kurd.

Bûyerên ku li Gezî Perqê derketin û heta ana jî didûme, destên partîyên duzenê yên weke CHPê û MHPê , Ergenekonê, ÎPê û kemalîstan têde heye. Lê bi me Kurdan nakeve ku em xwe li ber ‘baranê silbikin’ xwe li ser Gezî Perqê biêsînin. Çayên me hemû rût û sewitandin rojik ji rojan ji hêlan tirkan ve û kemalîstan vex we aciz, yan jî gotin ev çîye têye kirin li xaka Kurdan, Na. Îca çima em Kurd xwe aciz bikin li ser vê bûyera ku li Gezî perqê bûye. Bav û kalên me gotine, ‘kustîyê di ber xelkê de’ .

Gotina minî dawî jî ev e, serkeftin ji Hak-Parê û rêveberîya wêre dixwazim, her yekî ku ji xwere dibêje ez Hak-Parê diparêzim, li hundurê weletê yan jî li dervî welêt be, divê li herêmê ku lê dimîne dezgehê partîyê damezrînin, dive ku meriv weke gêrgêrîkê karbike. Ewçax ez dibim layîqê Partîya Maf û Azadîyan, ez bawerîm wêçaxê em ê bi serkevin û bighên miradê xwe û hûn saxbin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button