Nûçe

PKK Divê dev Jê xebata Çekdarî Berde

Di rojên dawî da, li Tirkiyê bahseka germ û gur li ser asitî û diyalog hene. Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistan û hêzen din yên bi bandor ji bona asitî û diyalog ketine kar. Di rewsa hanê da gerîllayên HPG, li navçeya Oramarê êrîs kirine ser bingeheka leskerî ya Tirk û bi vî êrîsê ve binbesta tund û tijiyê kurtir kirin.
Derbareyê êrîsa hanê da Hikumeta AK Partî ragihand, ku wê li ser ‘siyaseta dij xebat terorê’ pêgir bin. Ku, demeka dirêj e halwest û zimanê Hikumeta AK Partî tund e. Hêzên regezperest û neyarên azadiya Kurd daxwaz kirin, ku tund û tijiya dewlet were tundtir kirin, divê Qendîl were dagîr kirinê. Lê belê ji bona hemu kes eskere bûye, ku ne tund û tijiya dewletê ne jî êrîs kirin ser Qendilê pirsa Kurd çareser nekir; nake.
Pirsa kurd bi rêka tund û tijiyê nayê çareser kirine. Ji ber vê yêkê jî him tund û tijiya dewletê û him jî xebata çekdariya PKK, ne tenê nikarin pirsa Kurd çareser bikin, her usa dibine sedema aloztir bûna kêseyê Kurd.
Bona vê yekê Hikumeta AK Partî divê pêsiya operasyonên leskerî bigre, bona çareser kirina pirsa Kurd gavên micîd bavêje.
Êrîsa Oramarê di demek da çêbuye, ku rêvabirê KCK Murad Karayilan behsa asitî û diyalogê dikir. Partiya ma êrîsa hanê, ku di vê demê da binbesta tund û tijiyê kurtir kiriye mehkum dike û banga rêvabirên PKK dike, ku li ser gotinên xwe yên derbareyê asitî û diyalogê samîmî bin, guhê xwe bidine bangawaza asitî û dev jê xebatê çekdarî berdin, ji ber ku zirar dide doza Kurd û dibite sedema dirust bûna kêse ji bona Hikumeta Herêma Kurdistanê. Divê PKK wekî gavê yekan agirbesek daîmî îlan bike.
Roj roja bilind kirina daxwaza asitî û ji bona miyeser kirina asitiyê fisar danin li ser Hikumeta AK Partî û PKK ye.
Partiya me ji bona vê armancê banga hemu hêzên asitixwaz, welatparêz û demokrat dike, ku destê xwe bidine hevdu.
19 Xeziran 2012
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Dengê Kurdistan

Back to top button