Nivîsar

PKK û Kemal Burkay

Brêz Kemal Burkay di nav karê ji bona azadiya kurdistana bakur de bûye sembolek. Loma jî vê sembolê ji bona doza gelê kurd bi serkev e û pêsî li sasiyan û derewan bigire her kar kiriye, gotiye nivîsiye. Tê dîtin ku ev sembol ji bona pêsîlêgirtina nerastiyan û ji destpê derketandina rêxistina li ser navê kurdan lê ne ji bona berjewendiyan kurdan kar dike, bi camêrî û bidilsozî û bi awayekî vekîrî û eskere sekiniye. Her weha tim vê rewsa xeter ji gelê xwe re gotiye û nivîsî ye. Niha jî vî karî karî dike. Lê ferqa bêrê û niha çiye?

Di demên berê de ku brêz Kemal Burkay van tistên niha dibêje, gotiye, nivîsî ye, bi semîner û konferansan tim xwestiye gelê xwe ji vê xeteriyê haydar bike. Zêde nehatine belav kir. Loma jî wan nerîn û dîtinên wê bi awayekî berfireh nedihatin zanîn. Ji ber ku ew bûye pisporekî PKK ku ew ji bona kê kar dike. Di demên zor ku wan bi devê tifinga xwe devên herkesî digirtin, dîsa jî brêz Kemal Burkay nesekîni bû, wî her digot û dinivîsî. Lê ji ber ku wê demê him amborgaya çapamaniya dewletê û him jî ya piraniya kurdan li ser wî hebû, ew deng, ew nivîs û wan gotinan cihê xwe nedidîtin û di nava gelde nedihatin belavkirin, zanîn û bihîstin. Loma jî ji wê rewsê PKK jî bê deng bû ku xelkê bi vê nehesîne. Lê çima niha har bûne?

Har bûne ji ber ku êdî gotinên brêz Kemal Burkay belav dibin. Nivîsên wî têne xwendin. Dengê wî êdî tê bihîstin. Ji ber ku ambargoya li ser wî hate rakirin. Êdî gotinên wê belav dibin. Nivîsên wî têne xwendin. Hevpeyvînên wî yên di rojnameyan de û di TV yan de têne xwendin û guhdarîkirinê. Wî bi van kirinên xwe xelk, gel ji nû de siyar kir ku PKK di xizmeta kê de ye. Loma vana hemû PKK har kirî ye. Ji ber vê ye roj bi roj tehdît û gotinên ne li rê belav dikin. PKK bas dizane ku brêz Kemal Burkay pisporê xerabiyên wan e. Loma jî ew bas dizanin ku tenê brêz Kemal Burkay dikare eskere bike ku kê PKK ava kirî ye û ew ji bona kê kar dike. Bi eskerekina van tistan wê mirovên kurdperwer pê bihesin ku wan zarokên xwe ji bona serê azadiya kurdistanê sandibûn çiyan lê PKK ew ji bona berjewendiya tirkan bikar anîne û tîne. Ev ê bibe kerasetek ku êdî, wê dê û bavên ciwanên sehîd hesabên zarokên xwe Ji PKKê bike û bixwaze. Dema ku ew vî hesabî ji PKK bipirsin, gelo wê çi derkeve holê?
Wê gelek tistên ecêb ku PKK çawa qîz û xortên kurdan ji bona berjewendiya Tirkan û ya çend sexsan bi karanîne eskere bibe. Wê derkeve holê ku bê çawa piraniya rêvebirên PKK esîl tirk in û ew li gel rêvebirin xwe yên kurd jî ne ji bona doza gelê Kurd kar kirine, zelal bibe. Bi zelalbûna vê wê bê fêmkirin ku rêvebirin PKK û rêxistinên bi van ve girêdayî, li ser xwîna qîz û xortên kurdan çiqasî dewlemend bûne, kêf û sahîyê dikin, eskere bibe.

PKK bas dizane ku brêz Kemal Burkay dikare her tistên wan yên xerab li ber çavên xelkê raxe da ku ew jî wan xerabiyên ku PKK bi gelê me kirine binasin. Êsa PKK ji ber vê ye ku li hember brêz Kemal Burkay dîn û har bûne. Dixwazin rojekê berî rojekê wî bidin kustin û van sînyalana bi dizî çi bi rêya Tvyên xwe çi bi nivîs û çi ji bî devkî dibêjin û belav dikin. Ew dibêjin qey dem dema berê ye. Ew dibêjin em niha jî çi bikin wê weke berê ji me re bimîne. Lê tenê xwe bi vê dixapînin. Ne dem dema berê ye û ne jî mirovên me weke berê ne. Êdî ew jî rastiyê fêr dibin, dibînin û dizanin.

PKK bas dizane ku bi tenê brêz Kemal Burkay dikare hemû cilikên wan yên qirêj derxwe holê û li ber çavên xelkê raxe. Loma jî rêvebirên wan dizanin û dibînin ku dema vana derket, êdî wê cih û war ji wan re nemîne. Loma jî dixwazin bi tehdîd û êrîsan pêsî li vê bigirin. Lê dîsa jî xwe dixapînin. Êdî ew nema dikarin xelkê kes û kesayetiyan bitirisîne û bixapîne.

Gotina min ya talî: Vê helwest, biryar, qerar û gotinên brêz Kemal Burkay, rûyê apociyên fediyok, helwesta yên li dû nanê xwe ne, nerîn û dîtinên kesên tirsonek eskere û zelal kir. Vê da diyarkirin ku bi van helwestên xwe yên di berjewendiya gelê kurdistanê de, brêz Kemal Burkay dîsa weke gelek caran rûpelekî zêrên di dîrok kurdan de vekir.
Divê PKK êdî bas bizanibin ku brêz Kemal Burkay ne bi tenê ye. Loma jî heta ku rûyên wan yên qirêj û bûyerên wan yên ne di berjewendaya gel debûn, yek bi yek dernekeve wê brêz Kemal Burkay dev ji vê helwesta xwe ya di berjewendiya gel de bernede.

Divê PKK vê yekê bas bizanibe ku êdî gel wê tu caran brêz Kemal Burkay bi tenê nehêle. Ji ber ku wan jî êdî fêm kirin ku ew bi tenê dikare rastiya PKK ji gelê xwe re veke. Aha hemû mesela PKK ya li hember brêz Kemal Burkay ev e. Lê wê vê carê bi sernekevin. Serketin tim para fikirin azad, nerînên durust û bê tirse.
1.2.2012

Bûbê Eser

Balkêş e ?
Close
Back to top button