Nûçe

PSK: Werin Ji Bona Azadî û Bextewariyê Deste Xwe Bidine Hevdu

Gelê Kurd a Tekoser,

Di heyamek da peswaziya Newrozê dikin, ku li navçeya Rojhilata Navîn bûyerên girîng rûdidin û proseya guhartinê bi ser navçeye da girtiye. Guman têda nîne, bandora proseya hanê, li ser çarenusa gelê wê hebe.

Cejna Newroz, li gelek deverên dinyayê, li jêr navên cuda cuda tê pîroz kirin. Ji bo me Kurdan wate û naveroka taybet a Newrozê heye. Newroz li ba me nîsana yêkitî, berxwedan û tekosîn e. Li ba Kurdan Newroz cejna serketina mezluman li hember zaliman e.

Naveroka hanê ya Newrozê tirs û xof xistiye nevî û duajoyên Dehaka zalim. Ji ber vê yêkê jî dewleta dagirker a Tirk pîroz kirina Newrozê qedexe kir. Lê bele jî ber ku dewleta Tirk bi qedexe kirin û zilm û zordariyê, nikarî pêsiya pîroz kirina Newrozê bigre, vê carê jî dest bi pûç kirina naveroka Newrozê kir. Newrozê wekî ‘cejna cihana Tirkziman’ nisan da û bi besdariya karbidestên dewletê ve merasîmên pîroz kirinê amade kir. Biryara dawî ya hikumeta AK Partî nisan dide, ku partiya hanê jî ji zîhniyeta dewlete ya dagirker veneqetiya ye û derbareyê Newrozê halwesta dewleta kemalîst dubare dike.

Lê çawa dewleta kemalîst bi hemu hewl û kar û kiryara xwe ve nikariye pêsiya pîroz kirina Newrozê bigre, Hikumeta Ak Partî jî nikare pesiya gelê Kurd bigre. Gelê Kurd Newrozê, dê bi gor naveroka wê pîroz bike, agirên azadî û mizginiya serketinê, ku pês 2711 sal li ser çiyayên Kurdistanê hatiye vêxistin, wê heta hetayî bitayise, bîrî azadî û serbestiya me zîndî rabigre.

Gelê me yê zilmdîtî,

Hêzên welatparêz, demokrat, pêsveru, çepên Kurd û Kurdistan,

Werin naveroka Newrozê li ber çav bigrin, ji bona pêswazî kirina proseya guhartinê li navçeya Rojhilata Navîn, deste xwe bidine hevdu.

Werin li Kurdistana Bakurê, ji bona welatekê azad û demokrat, gelekî bextewar mil bi mil xebat bikin.

Werin xwestekên xwe yên demokrat û netewî bi hevra daxwaz bikin, li ser xebata demokrasî û asitî pêgir bin.

Werin Newroza 2711 bikine destpêkek ji bona hevkarî û hevahengiya hêzên welatparêzên hemu perçeyên Kurdistanê.

Werin pekve peyamên xwe ji bona ciranên xwe rabigihinin û bêjin ku ‘dikarin li ser bingeha wekhevî bi hevra bijin.’

Werin di pîroz kirina Newroza 2711’an da, dur ji tund û tîjiyê, bi sîklê asitiyê mafên perwerde bi zimanê Kurdî bixwazin. Daxwaz bikin, ku xwestekên me yên hevbes di destura nu da ci bigre, berpîsên cînayetên kisas ne diyar bêne eksere kirin, dewleta Tirk ji ber karên kîrêt û qetlîaman lêborîn ji Kurdan, Alevî û netewe û olên dinê bixwaze.

Dê werin ji bona azadiya Kurdistanê, ji bona bexteweriya gele Kurd sengerên xwe nnêzîkê hev bikin.

Bijî xebata azadî û demokrasî!

Bijî Newroz!

Hemu Rojen we Newroz Newroza We Pîroz

Newroz 2711

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

Dengê Kurdistan

Balkêş e ?
Close
Back to top button