Nivîsar

Qatîl Kî Ye Gelo?

Teror û reskujî li her derê berdewam e.

Li Tirkiyê her roj 2886 qeza çêdibin.

Li Tirkiyê da her roj 12 kes bi vêresekujî û terora tirafîkî da dimirin.

Li gor agadariyên Muduryeta Asayisa Gistî ya Xizmetaguzariya Serokatiya Tirafîkê di navbera salên 2001-2011’an da qezayên tirafîkê li sedê %279 zêde bûye.

Li gora agadariyên Wezerata Navxweyiya Tirkiyê di sala 2006 da 515, 2007 da 545, 2008’an da 559 hizar qeza çêbûne di van qezana da 1619 kes mirine û bi hizaran kes jî birîndar û kêm endam bûne.

Di sal 2000 an da 4169 kesan canê xwe ji dest dan, di sala 2008 tan da jî 4324 kes bûne qurbanî.

Di nava 10 salan da, 43 hizar û 140 kes ber bi vê terora berdewam kevtine û ji canê xwe bûne.

Bi gotineke dinê mala 43 hizar û 140 kesa wêran bûye û bi hizaran kes jî pêrîsan û kêm endam mane.

Di sala 2011 da,1 milyon û 228 hizar û 928 qeza çêbûne. Di van qezana da 3835 kesan canê xwe ji destdane. 23874 kes jî birîndar û kêm endam bûne.

Di 6 mihên bihoriye sala 2012 da, 1031 kes mirine. 95 hizar 823 kes jî birîndar bûne.

Çavkahniya wan hejmarana,TÜÎK e ( Türkiye Istastîk Kurumu).

Belê li hemî derê cîhanê da serêsiya tirafîkê heye bi xasima li welatên paramayî da. Lê belê welatekî wekî Tirkiyê ku rojê bi berdewamî 12 kes tên kustin, gelek belayekê mezin e.

Her sal 4 hizar û 380 kes dimirin.

Di van 30 salên bihorî da, ji 130 hizar kes zêdetir bûne qurbaniyên vê bela malwêran.

Ev teror û resekujiyê her berdewam e.

Her sal zêdetir dibe.

Gelo qatilê wan canana kî ye?

Ew canewerê tirafîkî kê afirandiye û kî xudan dike?

Gelo Dewlet li kuderê ye?

Gelo ew kesên ku fermana ajotina otomobîlan sitandine, li heberê kê berpirsayar in?

22 milyon sofêr hene, gelo li ser çi sertekê destura ajotina otomobilan werdigirin?

Ehliyetê kî dide û çawa dide?

Rojê 12 kes tên kustin, di salekê da 4380 kes tên kustin û di deh salanda 43 hizar kes.

Bê guman di van cînayetana da sofêr ne sebeb e, ew aqibeta berhema wê dewletê ye.

Sofêr ne qatil e, Dewlet qatil e.

Evê terora dewletê ye li hemberî hevwelatiyên xwe. Ji ber ku armanca wê ne bextewerî û tenahî û xizmetguzariya hevwelatiyên xwe ye.

Dewletek ku mal û can û jiyana hevwelatiyên xwe neparêze, ew dewletek e qatil û mirovkuj e. Çeka lesker û jopê polîs xemla wê dewletê ye.

Evê rûyê vesartiye dewleta Tirk e.

Hemû rojan bi qêr û hewaran dibêje “terorîst” serbazên me dikujin û polîsên me teror dike û filan û fîstan … Li hember da di van 30 salên serê qirêj da 40 hizar zêde hevwelatiyên xwe kustine û bi hizaran Kurd teror kirine û bi hizaran gundên Kurdistanê wêran kiriye û 5 milyon kurd ji cih û warên xwe derxistine û penaberî mihacîriya metrepolî kiriye. Welat wêran û jîngeh tar û mar kiriye.

Dîsa li vêderê da jî dewlet her qatil e û xwînrêj e.

Li vir da PKK jî ne sedem e û ne sebebê vî serê qirêj e, ew jî aqibeta wê siyaseta genî û hov û inkarker û zalîmaneyê Komara Tirkiyê ye.

Eger ku tu bayî biçînî bê guman tu wê bagerê bidurî.

Dewletek ku li ser bingehê zulm û zorê hatibe damezrandin, berhema wê her ew dibe.

Dewletek ku erka xwe ya bingehî ,li dijî hevwelatiyê xwe ser kirin bizane he wusa dibe.

Dewletek ku ne ji bo xizmetguzarî û parastina hevwelatiyên xwe hebe, her wusa dibe.

Dewletekê wusa ya here nimune dewleta Komara Tirkiyê ye.

Hita xudanê xwe vê siyaseta ne serdemî bibe, çu alozî çareser nabin.

Bila Serokwezîr cenabê Erdogan, her roj, ji bona zarokên Filistînî firmiskan birêje û xwe xemgin nîsa bide.

Lê bila ew bas bizane ku asê dewleta wî bi xwîna hevwelatiyên wî digere.

Ew jî niha asevan e.

Ev asê dibê rawiste. Evê nezîkî sed salana ye her bi xwîna gelên bindest û zehmetkêsên welat, bi xasima gelê Kurd digere.

Ew xwîn û ser dibê rawiste.

Êdî bes e!

Astî, astî û jiyaneke wekhevî!

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button