Nivîsar

Remzê serkevtinê, tifaq e

Yêkrêz kirina nava mala Kurd, desteber kirina mafê çarenîvîs e.

Li rojhelata Kurdistanê pêngavên dilxwesker têne avêtin û kiryarên hevkarî û hevxebatîyê di nava çeperên berxwedan xwe bihêztir dikin.

Her wekû tê zanîn HDK-Îdi van demana da xebatekê xurt dike ji bo pêkanîna kongira xwe ya 15 an.

Her wusa li hev hatin û rêkevtina di navbera her du hêzan, HDK-Î û KOMELÊ da dilê dostan xwes dike û tirs û lerz dixe nav dilê rejîma kevneperestê Komara îsalamî û hizrên ku mafnenasên gelê Kurd û Kurdistanê ne.

Pêngaveke wusa pir bi rumet ku ji alîyê sekretêrên tekoserê her du alîyan, rêzdaran Mustefa Hicrî û Abdullah Muhtedî ve hatiye avêtin, di qonaxa îro da gelek dîrokî ye û cihê keyfxwesîya her Kurdekê ye û bi xasima li Rojhelata Kurdistanê wêre û hêvîya gelê me berztir û hêztir dike.

Di qonaxekê wusa da rewsa cîhanê û devera Rojhelata Navîn û bi xasima ew welatên ku Kurdistan di nava xwe da perçe kirine, vê tifaq û hevxebatîyê hewcedar dike. Dîrok ji bona desteber kirina mafê çarenivîsa netewî û bi dest ve înana mafên sîyasî û civakî û çînayetî û cinsî vê erkê di ser hêzên Kurdistanî li rojhelata Kurdistanê da, wek erk dadisepîne.

Bê guman erkê hêzên berpirsiyar mezintir e. Ev pêngava ku di navbera HDK-Î û KOMELÊ da hatîyê avêtin wê bibe sitûna bingehîyê xebata kom û rêxistin û hêzên Kurdistanî li Rojhelatê.

Pêymana di navbera herdu hêzan da, bi vekirî ji bo qonaxên xebata dur û nêzîk e, tevgera rizgarîxwazê Kurdistanê bi xalên destnîsan kirî wek erk dispêre herdu alîyan.

Ev karekî hêsan nîne, desteber kirina berhemên vê rêkevtinê dilsozî û li hevbawerîyekê pir bi hêz dixwaze.

Ez bawer im rêvingên rêbaza Qazî û Qasimlo û Serefkendî, vê yêkê texsîr nakin, her wusa ez bawer im ku her du alî wê delîvê nadine gurgên dev bixwîn ku di vî demê mij û duman da bi ya dilê xwe bikin.

Bi xasima ku niha pêskevtinên ku li Basûra Kurdistanê çêdibin, hevxebatîya ku di navbera hêzên kurd li Rojavayê Kurdistanê da pêkhatîye, di dema hilwesandina text û bextê Esadê xwînrêj û rejîma Baasa Surîyê, di ser netewa Kurd da di nava mala Kurdan da tifaqê dadisepîne. Ji xwe me Kurda jî, ji bilî vê ku di nava mala xwe da rêzên xwe bikin yêk, çu sansekî dinê nîne û eger ku em vê delîva dirokî jî ji dest bidin, gelek mixabin.

Di salvegera 67emîn salîya damezrandina HDK-Î ê da bastirîn xelat e jî bo sehîdên sorxelate Kurdistanê. Ji ber ku gel li armancên pîroz nêzîktir dike.

Her wusa pêngaveke dinê ya rêveberîya HDK-Î di van rojana da, ku ber bi 15emîn Kongira xwe diçe, biryara vê dane ku dest bi gotibêjê di navbera xwe û ew hevalên ku 6 sala berî niha ji nava refên wan da cuda bûbûn, bikin.Armanc ev e ku di nava mala xwe da tifaqê cihgir bikin, xwe ji caran bi hêztir bikin.

Ji bo na vê pêngavê jî destxwesîyê li rêveberîya HDK-Î ê dikim.

Bê guman dema wê di ser da çûye, ku nesaxîyên xweperestîyê û berjewendîyên kesayetî, bikare pêsiyê li hevxebatî û hevsengerîya berxwedan û tekosanê bigre. Dîroka 67 salîya HDK-Î ku her tim di nava qada xebatê da berxwedaye û xwîna Pêsewa Qazî Muhemed, Qasimlo û Serfekenî belgenama hesahilnegirê vê rêbaz e, ku her tim ji bon berjewendîyên gel û netewî, li hemberî dagîrkerên Kurdistanê da situxwar nebûne.

Di dîroka Hizbê da ev bûyerana dem-dem serhildane, Hizbê di temenê jîyana xwe yê 67 sal xebata bêrawestan da, selimand ku dibê ji bilî hevxebatîyê û hevsengerîyê, çu luksekê me kurda nîne di qada xebatê da.

Ez hêvîdar im ku ev li hev hatine musoger be, tevgera Rojhelata Kurdistanê ji caran bihêztir be.

Ev erkekî dirôkî ye.

Nexse li me Bakûrîyan be!

Her wusa serkevtin ji bo 5emîn Kongraya HDK-î dixwazim.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button